• DOLAR 32.528
  • EURO 34.97
  • ALTIN 2422.931
  • ...
Dilgeşiya qarnê ya xwendekaran
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Heyama yekemîn a salên 2016-2017an a hevotin û hînkirinê bi dawî bû. Li gelemperê Tirkiyê nêzî 18 hezar milyon xwendekar û 900 hezar mamoste têketin tatîla sömestre.

Li Dibistana Mîlletê ya Diyarbekirê Alîkarê Waliyê Sercan Gokdemîr, Midûrê Perwerdehiya Neteweyî ya Bajêr Hasan Aslan, Qeymeqamê Kayapinarê û Serokê Şaredariya Navçeyê Mustafa Kiliç qarneyên xwendekaran dan wan.

Li Xwendegaha Navend a Îmam Xatîbê ya Namik Kelalê ji xwendekarên polê 8emîn Sumeye Ulaşik diyar kir ku dersên wê baş in û ew hewl dide ku zêdetir serbikeve.

Ulaşik wiha axivî: “Ez ji dibistana me pir hez dikim. Xweda ji midûrê me razî bibe. Ez difikirim ku di nabeyna xwendekarên Îmam Xatîbê de bibim xwendekara yekemîn. Em dixwazin ku ji bo Îslamê bixebitin. Dê ez di tatîlê de pir bixebitim. Ji ber ku sala min a dawî ye ez hedefa xwe mezin digirim. Ez bibawer im ku em çiqas hedefên xwe mezin bigirin dê qasê wê ser bikevin. Bila xwendekar her wext hedefên xwe mezin bigirin.”

Qîza Serokê Yenî-Îhya-Derê Aytaç Baranê ku ji teref PKKê ve hat qetilkirin Mumîne Tuba Baran diyar kir ji ber ku di rojekî wiha de bavê wê cem wê nîne pir xemgîn e. Dûvre Baran wiha pê de çû: “Bavê min cem min nîne. Ev yek pir xemgîn e. Min di vê heyamê de him takdîr û him jî belgeya îftîxarê sitand. Dema ez mezin bibim dixwazim bibim mamoste da ku xwendekar mezin bikim.”

Hayrrunnîsa Ozera ku takdîr sitand wiha destnîşan kir: “Min takdîr sitand. Dê ez puanên xwe zêde bikim da ku dûbare takdîr bistînim. Armanca min ew e ku ez lîseya fenê ya îmam xatîbê qezenc bikim. Dê ez di tatîlê de zêdetir bixebitim da ku ilmê min zêde bibe.”

 “Pêwîst e malbat qêr nedin zarokên xwe yên ku qarnê wan zeîf in”

Mekkîye Yeşîla xwendekara pola 6 emîn diyar kir pêwîst e ku malbat qêr nedin zarokên xwe yên ku qarnê wan zeîf in. Dûvre Yeşîl wiha axivî: “Dê ez di tatîlê de zêde bixebitim. Armanca min ew e ku ez di polê de bibim yekemîn. Dema ez mezin bim dixwazim bibim cerrahê mejiyê. Pêwîst e malbat qêr nedin zarokên xwe yên ku qarnê wan zeîf in. Lewra herkes bi xebatê dikare ser bikeve.”

Elîf Tunçalp wiha diyar kir: “Min takdîr sitand û ez xwendekara pola 6 emîn im. Gor par îsal dersên min çêtir bû. Ez dê di tatîlê de pirtûk bixwînim û ji her dersê herî kêm 20 pirs hel bikim. Divê ku malbat xwendekarê ji ser notê nenirxînin.”

Musab Zerenê ku belgeya Teşekurê sitand diyar kir ew dilxweş e û dê di tatîlê de ders bixebite û biçe mizgeftê da ku dersa Qur`anê bigire. (ÎLKHA) 






















 

Bu haberler de ilginizi çekebilir