• DOLAR 32.369
  • EURO 34.985
  • ALTIN 2325.34
  • ...
 "Mûş di perwerdehiyê de êdî nema di rêzên dawî de ye"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di 20 Çileyê de nêzî 18 milyon xwendekar dê qerneyên xwe bistînin û dê tatîlê bikin. Digel bidawîbûna  heyama yekemîn a Perwerde-Hînkeriya 2016-2017an Midûrê Perwerdeya  Neteweyî ya Mûşê Cevdet Arslan destnîşan kir Mûş di perwerdehiyê de êdî nema di rêzên dawî de ye.

Arslan di berdewama nirxandina xwe de destnîşan kir ji ber ku piştî teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê hinek mamoste ji peywirê hatin dûrxistin û hinek jî ji hatin îxrackirin ev yek tesîreke neyînî li ser  perwerde-hînkeriyê kiriye û ew bi tedbirên ku wergirtine pêşiya vê yekê girtine.

 “Êdî em di perwerdehiyê de nema di rêzên dawî de ne”

Arslan di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir di encama xebatên ku  wan kirine di 2 salên dawî de Mûşê di warê perwerdehiyê de ji rêzên dawî xilas kirine û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Me digel xebatên xwe yên du salên dawî  di serkeftiyên TEOG û yên din de gihaşt nîvekiya Tirkiyê. Ev yek jî nîşan dide ku Mûş bi şikleke baş pêşve çûye.  Me vê yekê di temamê xebatên akademîk û civakî de dît. Mûş di perwerdehiyê de êdî nema di rêzên dawî de ye. Di 2 salên dawî de em êdî ne di rêzên dawî de ne. Ev 2 sal e ku wezareta me nîvekiyan nade. Lê li gor texmînên me em gihaştine nîvekiyê. Ev yek jî ji bo me serkeftinek e. Em dibînin ku xebatên me netîce didin û ev yek jî me kêfxweş dike.” (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir