Li Îranê avahî hilweşiya: 30 kes jiyana xwe ji dest dan
Li Tahrana peytaxta Îranê di avahîyeke 17 qetî de şewat derket û avahî hilweşiya, di encama hilweşîna avahiyê de 30 kes jiyana xwe ji dest dan.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin li Tahrana peytaxta Îranê di derdora wextên şeveqê de li nêzî Balyozxaneya Tirkiyê ya li Îranê di avahîya Navenda Kar a Plaskuya 17 qetî de şewat derket û avahîya 17 qetî hilweşiya. Di encama hilweşînê de 30 kes jiyana xwe ji dest dan û 38 kes jî birîndar bûn.(ÎLKHA)