• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Bi nexşên ku çêdike debara mala xwe dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Edîbe Çekera 74 salî ya Dîlokî bi nexşên ku di heyama zaroktiyê de ji dayîka xwe hîn bûye ev 68 sal e ku debara malbata xwe temîn dike.

Edîbe Çekera 74 salî ya ku li Dîlokê Îqamet dike nexşên ku bi destê xwe çêdike difroşe da ku debara mala xwe temîn bike. Her wiha Çekera dayîka 8 zarokan bi vê şiklê vê kevneşopiyê jî didomîne. Çeker ragihand ku ew di gel umrê xwe ya pîr bişev û biroj di dezgaha xwe de nexşan çêdike. Bi nexşên ku 68 sal e çêdike 7 zarokên xwe zewicandiye.

Çeker bal kişandin ku temînkirina aboriya xwe ya ku mirov ji bo mihtacê tu kesî nebe pêk were gelek girîng e. Wê destnîşan kir ku dema ew 6 salî bûye vê karê ji dayîka xwe hîn bûye.

Çeker diyar kir ku ew piştî nimêja sibê dest bi çêkirina nexşê dike û heta nîvê şevê vê karê didomîne. Dûvre Çeker wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dema ez 6 salî bûm ez vê karê ji dayîka xwe hîn bûm. Ez zewicîm. 8 zarokên min çêbû. Min her 8an ji bi vê yekê mezin kir. Min bi vê karê zarokên xwe şandin eskerê. 2 qîz da xwendin. Min hemiyan zewicand. Bes zarokekî min a ezeb maye. Înşaellah dê ez wê ji bidim zewicandin.”

Çeker diyar kir ku ev 15 sal e zilamê wê wefat kiriye û ji xeynê vê yekê tu dehata wê tune da ku debara xwe bike. Dûvre wê wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di gel umrê min a 74 salî ji bo ku ez debara xwe temîn bikim nexşê destkariya Dîlokê dikim. Wekê ku hun dibînin ez li ser dezgaha ku bi destan hatiye sazkirin nexşê çêdikim. Lewra tu dehata me tune. Lê senaetekî ku pir pere dide qezenckirin e.”

Çeker wiha dawî li axavtina xwe anî: “Ez hez nakim ku bê kar bimînim. Bi vê şiklê ez senaetê hîn bûm. Nexşên ku ez çêdikim dişînim bajarên wekê Stenbol, Îzmîr û Bursayê. Mişteriyên min ên li wir tên ji vir dibin. Sipariş didin min û ez ji bo wan çêdikim.” (ÎLKKHA) 

















Bu haberler de ilginizi çekebilir