"Nîqaşên ku di derheqê rûnê palmê de tên kirin dîmenên operasyonê nîşan didin"
Pîsporê Onkolojiya Radyasyonê Doç. Dr. Yavuz Dîzdar di derbarê nîqaşên rûnê palmê de destnîşan kir xebatên ku heta îro hatine kirin destnîşan kirine ku rûnê palmê nabe sedema qanserê. Dîzdar dû re wiha destnîşan kir: "Ev nîqaşên ku tên kirin li dijî piyasaya 44 mîlyar dolar wek dîmenên operasyonekê xuya dikin."
Dîzdar di berdewama axavtina xwe de diyar kir di şertên normel de tiştê ku tehmê dide mehsûlekê rûn e û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Li dinyayê bazareke rûn heye, em van rûnan çima bi kar tînin. Lewra ev rûn balan dikşînin li ser xwe da ku bên kirîn. Di şertên normel de tiştê ku tehmê dide mehsûlekê rûn e, lê hûn dikarin bi armancinan din jî rûn bi kar bînin. Rûnê palmê di nava van rûnan de yek cûr rûn e ku ji dara palmiye tê çêkirin û zêde ferqa wê ji rûnê din tune ye. Li dinyayê dixwazin pêşiya wê bigrin. “
“ Ev mahsûla ku ev demek dirêj e ku di rafan de ye daye pêşiya reqîbên xwe”
Dîzdar di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir tu zirara rûnê palmê nîne û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Rûnê palmê li erdnigariya ku lê digihijê jî tê xerckirin. Dema ku em li wê mehsûla bi çikolata û findiq a ku qala wê tê kirin binêrin ev 50 sal e ku tê çêkirin. Mehsûleke ku ev qas di refan de ye ferqeke cîddî avêtiye reqîbên xwe. Îro ez ji kî bipirsim ji min re dibêjin em dixwin. Ji roja destpêkê heta îro tiştên ku di çêkirina wê de tên bikaranîn nehatine guhartin.”
“Nîqaşên ku di derheqê rûnê palmê de tên kirin dîmenên operasyonê nîşan didin”
Dîzdar di dawiya axavtina xwe de destnîşan kir xebatên ku heta îro hatine kirin destnîşan kirine ku rûnê palmê nabe sedema qanserê û wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Tê diyarkirin di dema lêkolînê de madeyeke kimyasal tê de derketiye. Ev yek jî îddîa ye. Ev tiştên ku tên kirin zêdetir wek operasyonekê tên xuyakirin. Ev mehsûl îro di piyasê de xwediyê 44 milyar dolar e. Elbet ew ê hinek kes bixwazin ku dewlemend bibin. Hûn dikarin di vî warî de berê hinekan bidin rûnê kanoleyê, hûn dikarin berê hinekan bidin rûnê gulberojê jî. Tiştê ku di vî warî de kiret e ev tişt e ku vê yekê tenê ji ser merqeyekê dikin. Ango ger ku gotibana temamê mehsûlên ev rûn di wan de tê bikaranîn , ez ê wê demê gotibana temam ev yek tiştekî balkêş e.”(ÎLKHA)