"Kesekî masûm jî hatibe mexdûrkirin ji edaletê qal nikare bê kirin"
Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ger ku tenê masûmek jî hatibe mexdûrkirin dê nikariba qala edaletê bê kirin û dû re destnîşan kir kesên ku di nava burokrasiya darazê de ne û di cihên girîng de ne bi emrê FETO dest bi xirabiyê kirine.
Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan li Kulliyeya Serokkomariyê xîtabî endamên Komaleya Yekîtiya Darazê kir. Erdogan di xîtaba ku kir de destnîşan kir ger ku tenê masûmek jî hatibe mexdûrkirin ne mumkin e ku li wê derê qala edaletê bê kirin. Erdogan dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Digel ku em ji hêla wicdanê ve ne mutmain bin jî ji bo ku xweseriya darazê zirar nebîne me bi şikleke teqez mudaxeleyî meselê nekir û em nikarîbûn jî. Nexasim kesên ku wê demê di nava burokrasiya darazê de di cihên girîng de bûn bi fermana rêxistinê karan ji rê derxistin ku ev yek dû re derket holê.”
“ Wê desteka ku me dida darazê FETO ji bo ji mîlîtanên xwe re rê vebike bi kar anî”
Serokkomar Erdogan di berdewama axavtina xwe de balan kişande li ser ketina FETO ya nava daraz û sazîyên din ên dewletê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Elbet 40 salê vî karî heye. Di demeke kurt de karê vê ketine nekirin. Me dît ku bingeha wê ya rêxistinê û dinyaya wan a xiyalê ji îstîsmarkirina her niyeta baş re musaîd e û me dît ku bi şikleke veşartî li gelek deran hewil didin hêzê têxin destên xwe . Me vê yekê digel hev jiya.”
“Tenê kesekî masûm jî hatibe mexdûrkirin ji edaletê qal nikare bê kirin”
Erdogan di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir tenê kesekî masûm jî hatibe mexdûrkirin ji edaletê qal nikare bê kirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Beyanat û bertekên şexsê min bi xwe yên di derbarê hinek girtin û birêveçûna hinek dozan de di holê de ne. Digel ku em ji hêla wicdanê ve ne mutmain bin jî ji bo ku xweseriya darazê zirar nebîne me bi şikleke teqez mudaxeleyî meselê nekir û em niakrîbûn jî. Nexasim kesên ku wê demê di nava burokrasiya darazê de di cihên girîng de bûn bi fermana rêxistinê karan ji rê derxistin ku ev yek dû re derket holê.”(ÎLKHA)