• DOLAR 32.587
  • EURO 34.815
  • ALTIN 2508.534
  • ...
Huseyîn Velîoglu li ser qebra xwe hat bibîranîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Rêber û damezrênerê Cemaeta Hîzbullah Huseyîn Velîogluyê ku di sala 2000an de li Beykoza Stenbolê di 17ê Çileya Paşîn de hat qetilkirin bi minasebeta salvegera şehadeta xwe ya 17 emîn ji li ser qebra xwe hat bibîranîn.

Piştî nimêja nîvro kom kom însan hatin çûn ser qebra Velîoglu. Di ziyareta ku gelek pîrek jî beşdar bûbûn de Yasîna Şerîf hat xwendin, selewat hat dayîn û dua hat kirin.

Li ser qebrê Mela Enwer Kiliçarslan qala armanca hevaltiya dozê ya merhûm Velîoglu kir. Dûvre Kiliçarslan wiha li axavtina xwe zêde kir: “Armanc, xizmet û tekoşîna Huseyîn Velîoglu parastina îzzeta Îslamê û hakîmbûna Qur’anê bû. Armanca tekoşîna wî ew bu ku vê gelê ji kufrê biparêze. Ji me re her tim digot; ‘ez saetekî bi kufrê re micadele nekim sebra min nayê. Heta di vê welatê de çi qas alim, nivîskarên Îslamî, kesayet hebûya ji bo doza Îslamî wan ziyaret dikir. Hemî armanca wî ew bû ku Îslam hakim bibûya. Di vê rêyê de bi micadele ruhê xwe teslîmê Xweda kir.”

Serdîn Velîogluyê kekê Rêberê Cemaeta Hîzbullah Huseyîn Velîoglu wiha axivî: “Exlaqê birayê min pir xweş bû. Ji bo dînê xwe pir jêhatî bû. Qet neditirsiya. Ji bo ku Îslam hakim bibe pir xebitî. Ji bo ku Îslamê belav bike li Tirkiyê hema hema cî nema ku ew neçû wir. Bû wesîla hîdayeta gelek însanan. Wî li ser vê axê tovê nifşekî dîndar reşan.”

“Heta em bimirin dê em wî ji bîr nekin”

Salîha Velîogluya xuşka Huseyhîn Velîoglu ragihand ku dê ew tu wextê birayê xwe ji bîr neke. Dûvre Velîoglu fikr û ramanên xwe wiha anî ziman: “Xwedî teqwa bû. Xizmeta wî ji bo Xweda bû. Her tim weazên xweş dida însanan. Îslam û Qur’anê teblîxê însanan dikir. Misliman, alim û ciwanan pir hez dikir. Ez bang li ciwanan dikim. Heta ji destê we tê Qur’anê bixwînin. Bi zikrê re mijûl bibin. Dev ji rêya Xweda û Resûlê Xweda bernedin. Dê em wî tu carî ji bîr nekin.” (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir