• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
"Di derbarê mala kuji xwe ve agir pê dikeve de hûrgiliyên ecêb"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Çinara Diyarbekirê doh di mala ku li Taxa Cumhuriyetê li ser cadeya Akpinarê ye ji xwe ve agir pê ket. Hat ragihandin ku di derbarê wê malê de hûrgiliyên ecêb derketine holê.

Mehmet Çelenkê xwediyê malê di derbarê mijarê de axivî. Çelenk ragihand ku di şewata derketiye de tu kes nemiriye. Lê ev mehek e ku bi rewşên ne dereasayî ne re rû bi rû mane.

Çelenk wiha axivî: “Nêzî mehekî berê li malê rewşa ku ne asayî ye li malê dest pê kir. Mesela eşyayên ku me datinî ciyekî me li ciyên din didît. Me pêlav û şimikên xwe yên ku li ber şîpanekê dixist wek belavbûyî didît. Carinan ji banê malê deng dihatin. Lê dema em derdiketin serê banê me tu kesî nedidît. Heta min ji bo vê yekê qemere danî ber deriyê. Zîl lêdixist min mêze dikir ku tu kes tune. Şewata li malê jî ev cara yekemîn e tê serê me.”

Çelenk diyar kir ku doh piştî cîranên wan gotine ji mala wan dû derdikeve ew bi şewatê hesiyane. Dûvre Çelenk wiha li axavtina xwe zêde kir: “Me dît ku di mitbaxê de di nîvê perdê de agir heye. Me tefand. Dema ku dê em razana şewat derket. Heke cîranê me xeber nedaya me dê weamet cudatir bûbûya. Şewata herî dawî nîvro derket. Di ciyên cûr bi cûr de şewat derket. Di gel hemî midaxaleyên me nekarî agirê bitefînin. Ciyê ku şewat derket ne tesîsatekî ceyranê, ne sobe tu tiştekî tune. Ji diwarê agir derket.”

Cîranê Çelekî Ahmet Şîmşek ê ku piştî şewatê dît xeber da xwediyê malê wiha destnîşan kir: “Dema ez êvarê derketim derve min şewqekî ji pencera cîranê xwe dît. Berê min got qey şewqa findê ye. Lê dema kum in dît agir e min xeber da wan û me agirê tefand. Lê tişta ecêb ew bû ku perde ji navînê dest bi şewatê kiribû.” (ÎLKHA)





























Bu haberler de ilginizi çekebilir