Di dema derbasbûna serwîsa polêsan de teqîn: Polêsek jiyana xwe ji dest da
Li Diyarbekirê di dema derbasbûna serwîsa polêsan de teqîn pêk hat, di encama teqînê de polêsek jiyana xwe ji dest da.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin li nêzî Fakulteya Zîreata Zanîngeha Dîcleyê li herema ku lê harfîyata Sûrê tê rijandin di dema derbasbûna serwîsa polêsan de teqîn pêk hat.
Di encama teqînê de polêsek jiyana xwe ji dest da û 3 jê polês tev de 11 kes jî birîndar bûn.(ÎLKHA)