Zonayê ku kujerê fermandarê Çeçen bû hat girtin
Zonayê ku berî niha di bergeha cinayetên ku li dijî Çeçenan hatibûn kirin de hatibû binçavkirin û dû re hatibû serbestberbedan li Ukraynayê bi hinceta damizrandina çeteya ji bo diziyê hat girtin.
Temur Makhauriyê bi kodnavê Zona berî niha li Tirkiyê ji ber sûcê ku Fermandarê Çeçen Musa Alî Osaev kuştiye hatibû binçavkirin û hatibû serbesberdan. Zona piştî ku hat serbestberdan re çû Ukraynayê û li wê derê bi hinceta damizrandina çeteya ji bo diziyê hat girtin.
Di encama operasyona ku ji teref polêsên Ukraynayê ve hat kirin de Zona di otomobîleke bi plaqeya Gurcistanê de hat girtin. Di otomobîlê de çekên bi merqeyên Glock û Stechkînê û her wiha gelek berikên çekan hatin bidestxistin.
Li Ukraynaya ku heremên wê yên li rojhilat ji teref Rûsyayê ve hatine îşxalkirin, kêfa xelk û dewletê ji Çeçenên ku li dijî Rûsan şer dikin re tê. Hinek kes li ser navên Çeçenan karên dereqanûnî dikin û hewil didin karên xwe yên dereqanûnî veşerin ku ev yek jî bû sedema bertekan.
Wek bersûcê cinayetê Çeçenan hatibû darizandin
Zona berî niha li Balafirgeha Ataturka Stenbolê ji ber sûcê kuştina Fermandarê Çeçen Musa Alî Osaev hatibû binçavkirin û nêzî 2 salan hatibû darizandin. Digel dîmenên cinayetê hebûn jî Zona ji teref 5emîn Mehkemeya Cezaya Giran a Stenbolê ve hat serbestberdan. Ji ber ku mehkeme qeydên vîdeoyê ji bo lêkolînê neşandibû tîpa edlî, parezerên dozê ji rewşê re bertek nîşan dabûn.
Dû re derket holê ku heyeta mehkemeya ku Zoza didarizand ji FETO ji peywirê hat dûrxistin. Her wiha derket holê ku Zona çendîn caran bi ajanên Rûsî re hevdîtin kiriye, ji wan pere wergirtiye û ev yek ji teref kamereyan ve hatiye qeydkirin. (ÎLKHA)