• DOLAR 32.561
  • EURO 34.945
  • ALTIN 2431.638
  • ...
"Bi sebir û bibiryar bibin dê hûn her astengê berteref bikin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Serokatiya Karûbarên Diyanetê ve 3 meh berê ji bo ku xizmet bidin astengdaran li 81 bajaran dest bi perwerdehiya ‘alfabeya Braîlle’ kir. Dûvre hîndekarên kursên Qur’anê yên ku çûn derên cûr bi cûr ên Tirkiyê dest bi dersê ku bi destûra miftîtiyê hatiye destpêkirin ders didin.

Di vê bergehê de li navçeya Kayapinara Diyarbekirê di Mizgefta Bedîuzeman de di dawiya heftê de wek kurs ders Kur’ana Pîroz ji astengdaran re tê dayîn.

Koordînatorê Astengdarên Miftitiya Diyarbekirê Musa Salîm Soyler di derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re daxuyanî da. Soyler destnîşan kir heke ku xwendekar bi sebir û bibirryar bibin dê hûn her astengê berteref bikin.

Soyler diyar kir ku ferq di nabeyna wan û xwendekarên din de tu ferq tune. Heta ev xwendekar ji yên din jêhatîtir in. Dûvre Soyler wiha pê de çû: “Li bajarê me 2 pîrek hene. Ji bo astengdarên nabînin piştî ku perwerdehî dîtin dest bi ders dayînê kirin.”

 “Îhtîyaciya me ya bi cî û serwîsê heye”

Soyler destnîşan kir ku kêfxweşiya xwendekarên aastengdarên nabînin ji halê wan tê dîtin. Dûvre Soyler wiha pê de çû: “Tabî ji ber ku heta niha kursekî wiha nedîtine dema ku bihîstin dê kursekî wiha vebe pir kêfxweş bûn. Serokatiya me di derbarê vê yekê de gavên cidî avêt. Xwendekarên me di derbarê vê yekê de pir jêhatî ne û ji her halê wan diyar e ku ew kêvxweş in.”

Soyler dûvre ragihand ku di derbarê hînbûna Qur’ana Pîroz de hinek projeyên wan hene. Soyler wiha pê de çû: “Xwendekarên me yên pîrek ên ji aliyê dîtinê ve astengdar in hebûn. Ji ber pirsgirêka serwîsê me navber dayê. Dê ji heyama dûyemîn pê ve dê dîsa dersên ji bo xwendekarên me yên pîrek ders ji nû ve dest pê bikin.”

“Tu astengiyên ku em nikarin çareser bikin tune”

Ji xwendekaran Baran Yildirim (13) diyar kir ku ew li Mûşê dixwîne. Dûvre Yildirim wiha pê de çû: “Em hatin Diyarbekirê. Min li vir di dibistana kesên kûr in de xwend. Dûvre min Mamoste Musa Soyler nas kir. Gelek faydeya wî ji min re çêbû. Qur’ana Pîroz pir xweş e. Ez tawsiye dikim bila her kes bixwîne. Hinek ji me astengdar in.”

Selman Karakaşê 40 salî diyar kir ku xwendin pir girîng e. Dûvre Karakaş wiha axivî: “Ev 2 sal e em di kursa Qur’ana Pîroz de perwerdehî dibînin. Mamosteyê ji bo sererastkirina çewtiyan alîkariya me dike. Em gelek tişt hîn dibin. Ya herî girîng em ji aliyê manewiyatê ve tişt hîn dibin.”

Kadîr Tek (17) diyar kir ku ew ji bo hafiztiyê dixebite. Dûvre Tek wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez Qur’ana Pîroz bi tecwîd dixwînim. Niha jî ez ji bo hafiztiyê dixebitim. Dema ku însan Qur’anê dixwîne pir bi kelecan dibe. Bêhna mirov fireh dibe.”

Ji xwendewanekî din Mehmet Yuksel (18) ragihand dema ku ew jî Qur’anê dixwîne pir bi kelecan dibe. Dûvre Yuksel wiha axivî: “Berê min nedikariya Qur’an bixwendiba. Dema min kesên ku Qur’anê dixwînin didît ez bi kelecan dibûm. Dema min bihîst ku kursa Qur’anê vebûye ez hatim. Dema min dest bi Qur’anê kir ez pir kelecan bûm.” (ÎLKHA) 

























Bu haberler de ilginizi çekebilir