Di teklîfa guherîna makeqanûnê de 5 madeyên din jî hatin qebûlkirin
Di Lijneya Giştî ya TBMMê de di teklîfa guherîna makeqanûnê de 5 madeyên din jî hatin qebûlkirin.
Hat ragihandin di Lijneya Giştî ya TBMMê de madeya 16, 15 û 14emîn bi 341 dengan, madeya 13emîn bi 341 dengan û madeya 12emîn jî bi 344 dengan hat qebûlkirin.
Di dengdayînê de ji bo madeya 16emîn 341 dengên erê, 134 dengên redê hat bikaranîn. Di dengdanê de dengek vala û 3 jî betal derket.Di dengdayînê de ji bo madeya 15emîn 341 dengên erê, 134 dengên redê hat bikaranîn. Di dengdanê de dengek bêalî, 5 vala û 2 jî betal derket. Di dengdayînê de ji bo madeya 14emîn 341 dengên erê, 137 dengên redê hat bikaranîn. Di dengdanê de dengek bêalî, 5 vala û 2 jî betal derket. Di dengdayînê de ji bo madeya 13emîn 343 dengên erê, 133 dengên redê hat bikaranîn. Di dengdanê de dengekek bêalî, 3 vala û 2 jî betal derket. Di dengdayînê de ji bo madeya 12emîn 344 dengên erê, 133 dengên redê hat bikaranîn. Di dengdanê de 2 vala û 3 jî betal derket.(ÎLKHA)