• DOLAR 32.386
  • EURO 35.096
  • ALTIN 2326.584
  • ...
Di golê de bi dehan qaz telef bûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Nişteciyên Gundê Çorapa ya girêdayê navçeya Bîsmîla Diyarbekirê ye destnîşan kirin ku di golê de nêzî 100 qaz telef bûne û destnîşan kirin ji bo ku heywan telef nebin divê ku analîza vê avê were kirin.

Nişteciyên gund destnîşan kirin ku div an çend rojên dawî de çendîn qazên ku têketine golê telef bûne. Her wiha wan diyar kirin ku ji xeynî qazan çend dewar jî naxweş ketine.

Mesut Şîmşekê ji nişteciyên gund diyar kir ku ew debara xwe bi heywandariyê temîn dikin. Dûvre Şîmşek wiha li axavtina xwe zêde kir: “Qazên gundê me ev çend roj e piştî ku dikevin nav golê nexweş dikevin û dimrin. Em bawer in ku gola qaz dikevin navê û dûvre dimirin bi jehr e. Em dixwazin ku rêvebirên vê yekê werin vir û analîza vê avê bikin.”

Şîmşek wiha pê de çû: “Gelek heywan nexweş ketin û dest bi beravêtinê kirin. Em ji ava golê guman dikin. Em dixwazin ku rêvebir demildest dest bavêjin vê yekê.” (ÎLKHA) 

Bu haberler de ilginizi çekebilir