• DOLAR 32.553
  • EURO 35.494
  • ALTIN 2330.477
  • ...
 "Pêdiviya me ne ji reklamê re ji xizmetê re heye"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Eyyubiya Rihayê ji ber  ku li hinek taxan mişkîleyên mîna binêsazî û ceyranê hene xelk ji rewşê re bertek nîşan da. Li taxa Yaqubiyeya  Eyyubiyeyê ji ber ku rê xera bûne û teng in û ji ber ku çal û  kort  di rê de çêbûne  nîştecih ji rewşê re bertek nîşan dan.

Abdulkadir Poyrazê ku nîştecihê taxê ye di derbarê mijarê de destnîşan kir dema ku xwendevanên mektebê êvarî belav dibin ev rê gelek zêde qelebalix dibe û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji ber vê yekê zarok jî ajokarên wesayîtan jî zehmetiyê dikşînin. Bila polêsekî trafîkê bînin vê derê. Her wiha dema ku dibe êvar ev der dibe warê kuçikên bêxwedî. Ji ber vê sedemê xelk newêre ji vê derê derbas bibe.”

 “Me ji şaredariyê alîkarî teleb kir lê li me guhdar nekirin”

Poyraz di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir nexasim dema ku dibe êvar ceyran qut dibin û taxî di tarîtiyê de dimînin. Poyraz dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Me ji ser hisaba xwe ya medyaya civakî ji şaredariyê alîkarî teleb kir, lê belê li me guhdar nekirin. Tu alîkariyê ji xelkê re nakin.  Pêdiviya me ji reklamê re nîne ji xizmetê re heye. Di wextê hilbijartinan de tên vê derê û rayan digrin û dû re diçin Enqerê. Li Eyyubiyeyê him xelk û him jî dikandar mexdûr in.  Em dixwazin ku rayedar demildest bi vê meselê eleqedar bibin.”

 “Di van rojên borî de zarokek li vê derê din bin erebê de ma”

Kesê bi navê Îbrahîm Goktaş jî di derbarê mişkîleyên taxê de destnîşan kir li taxa ku qamyon jê derbas dibin her tim qeza pêk tên û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ji ber heywanên bê xwedî zarok serê şeveqê newêrin biçin mekteba xwe. Lewra dema ku diçin mektebê kuçik didin pey wan.  Her wiha firehbûna vê rêyê jî çewt hatiye çêkirin. Qamyon û yên mîna wan vê rêyê bi kar tînin û zarokên me  li ser vê rêyê dieciqin. Di van rojên borî de zarokek li vê derê di bin erebê de ma. Digel ku me meselê ji rayedaran re gotibe jî tu kes bi meselê eleqedar nebû.  Şaredariyên navçê dikarin reklaman bidin, lê belê rawestgah û otobusên me têra me nakin. Nufusa herî zêde li vê derê ye, baca herî zêde ji vir tê berhevkirin lê belê xizmeta herî hindik ji vê derê re tê kirin. Me meselê ji serokê şaredariyê re got. Wî jî destnîşan kir ‘Tiştê pêwîst dê bê kirin.’ Lê heta niha tu tişt nehat kirin.”

 “Serê şeveqê tên li ceyrana ku êvarî qut bûye dinihêrin”

Goktaş di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir  ji ber qutbûnên ceyranê mexdûriyet pêk tên û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Nexweşên me yên ku girêdayê mekîneyên oksîjenê ne hene. Dema ku ceyran diçe nexweşên me wisa di holê de dimînin. Di rojekê de 2-3 caran ceyranên me qut dibin. Em li rayedarên Dîcle EDAŞê digerin lê cewab nadin me. Serê şeveqê tên li ceyrana ku êvarî qut bûye dinihêrin.”

“Divê rayedar xwe bikşînin hisabê”

Goktaş di berdewama axavtina xwe de ji rayedaran çareserkirina mişkîleyan teleb kir û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Dibe ku serokê me şaredariyê van meseleyan wek meseleyên biçûk bibîne. Biçûk an jî mezinahiya xizmetê nîne. Dema ku em li rasta wî tên û em jê re meseleyan dibêjin ji me re dibêje ‘filan nimrê bigerin’ û me ji ser guhên  xwe ve davêjî. Millet xizmetê teleb dike. Ji bo bajarên xerbê çi xizmet tê kirin bila ji vê derê re jî bikin. Ger ku li vê derê dikandar xizmetê nebîne divê rayedar xwe bikşînin hisabê.” (ÎLKHA)

























Bu haberler de ilginizi çekebilir