• DOLAR 32.506
  • EURO 34.752
  • ALTIN 2487.725
  • ...
"Heke iman hebe hûn natirsin naqûtifin nawestin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Safiye Bayata ku di hewldana derbeya 15ê Tîrmehê de li ser Pira Bogazîçî li dijî derbekeran micadele kiribû li Mêrdînê beşdarê bernamê bû. Bayta diyar kir ku tu rojê wekê wê şevê hêstir nerijandiye.

Safiye Bayat di şeva hewldana derbeya 15ê Tîrmehê de piştî ku hewldana derbeyê di televîzyonê de dîtibû berê xwe dabû Pira Bogazîçî. Bayat piştî çûbû wir li dijî derbekeran micadele kiribû. Ji ber vê yekê derbekeran berik berdabûn lingê wê. Niha platîn xistine linga wê.

“Ez ne bi qewmê xwe, bi Umetparêziyê îftîxar dikim”

Bayata ku bi kopal derket kursiyê wiha destnîşan kir: “Beriya her tiştî ez ne bi qewmê xwe, bi Umetparêziyê îftîxar dikim”

Bayata ku qala şeva hewldana derbeya 15ê Tîrmehê kir destnîşan kir ew şev, şeva kesên bawermend bûn bûye û wê şevê bes kesên xwedî bawer û îman li dijî tank û tifingan micadele kirine.

“Min tu carî qasê wê şevê hêstir nerijandibû”

Bayat wiha diyar kir: “Heke kesekî bawerî bi Xweda bîne Xweda wê hez dike û bi her şiklê diparêz e. Min tu carî qasê wê şevê hêstir nerijandibû. Ji ber tank û tifingan erd ditirsiya. Ez netirsam. Heke iman hebe hûn natirsin naqûtifin nawestin. Berevajî ew ditirsin, ew diqerifin û diwestin.”

Bayat di derbarê bûyerekî din a şeva derbeyê de wiha anî ziman: “Me birîndarekî dît. 45-50 salî bû. Berik îsabeta singê wî kiribû. Xwîn jê diherikiya. Qet qêr nedikir. Tebesûm dikir. Ji zimanê wî Xweda û lefza Xweda diherikiya. Min ji milê wî girtibû da ku ez xwîna wî bidim sekinandin. Dema min destê xwe danî ser gomleka wî gomlek bi min re diaxiviya. Ji min re digot; ‘tevlê min nebe.’ Ew gomlek vicûda wî pêçabû. Ez li wir hîn bûm ku çima şehîdan naşûn. Lewra ji xwe bi xwînê dihatin şûştin. Em ji pirtûkan hîn bûbûn ku bêhna xwînê wekê bêhna miskê ye. Lê ez nikarim wê bêhnê tarif bikim.” (ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir