• DOLAR 32.587
  • EURO 34.934
  • ALTIN 2429.02
  • ...
 "Têkiliya kurê min bi tu rêxistinê re tune ye"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Muslum Kasar di bûyera ku berî ve 3 rojan li ber Midûrtiya Ewlehiyê ya Dîlokê qewimî de hat kuştin. Musa Kasarê ku bavê Muslumî ye di derbarê mijarê de destnîşan kir lawê wî dihat tedawîkirin. Kasar dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “  Lawê min eskerî jî kiriye.  Li eskeriyê jî çek nedane. Walîtî jî daxuyand ‘Tu eleqeya wî bi terorê tuneye.’ Lawê min her tim li ba min bû. Tu eleqeya lawê min bi terorê tune ye.”

Bav Kasar di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir lawê wî ev 5 sal e ku zewiciye û zarokên wî qet çênebûne û her wiha eqlê wî ne temam e. Bav Kalar dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dikana me heye. Lawê min di seat 14.00an de  çûye ji xwe re montekê bistîne. Ji ber qereqolê derbas bûye û li wê derê çû gotiye ez jî nizanim. Li gor şahidan lawê min li wê derê bi tena serê xwe bûye. Di destê wî de ne çek û ne jî tiştekî din hebûye. Li wê derê hatiye lêxistin û ketiye erdê.”

Kasar diyar kir ku lawê wî tedawiya psîkolojîk didît û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Lawê min nexweş bû, nexweşiya wî ya psikolojik heye. Ji ber vê yekê min wî bir Edenê, Mersîn, Hatay, Mêrdîn û Sêrtê. Her wiha 3 caran li nexweşxaneya dewletê hat razandin. Li wê derê zêdetirî 8 raporan jê re hat dayîn. Nexweşiya şîzofreniyê pê re heye. Her tim nexweşiya wî hebû.”

Bav Kasar di berdewama axavtina xwe de diyar kir tu eleqeya wî bi teror û kominan re tuneye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Walîtî jî got ku tu eleqeya wî bi terorê tune ye. Lawê min her tim li ba min bû û însanekî xerîban bû. Ger ku lawê min çek giribana destê xwe û çûbana wê derê, min wê demê dê tiştekî negotibana. Li eskeriyê jî ji ber nexweşiya wî çek nedanê.  Min van tiştan li ewlehiyê vegot û me raporên wî jî da ewlehiyê. Ev rapor a zanîngehê bû, hetta ji ber nexweşiya wî jê re meaş hatibû girêdan. Ji sedî 70 rapora nexweşiyê hatibû dayîn. Ez dixwazim ev bûyer bê lêkolînkirin. Rastiya vê bûyerê çi be bila derxinîn. Hetta  ji ber vê bûyerê naskirîyên me nehat ser goristanê jî. Ez vê yekê qebûl nakim, ez mexdûr im.”(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir