• DOLAR 32.494
  • EURO 34.989
  • ALTIN 2431.985
  • ...
Eşqa hînbûn û hînkirinê yê mamosteyê astengdar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mamoste Muammer Ozbeyê ku çavên wî nabînin û karê mamostetiyê dike  destnîşan kir tu tişt xwe li ber eşqa kelama îlahî nagire. Ozbey digel temamê astengan piştî ku perwerdehiya xwe ya lîseyê qedand re ji Fakulteya Îlahiyatê ya  Zanîngeha Selçuka Qonyayê mezun bû û a niha li Dîlokê li Dibistana Navîn  a Astengdarên Korbûnê ya GAPê ya Dîlokê mamostetiyê dike û ev 25 sal e ku bi alfabeya Braîlleyê dersa Qur’anê  dide kesên weke xwe astengdar. Ozbey ji bilî mamostetiyê li kursên Qur’anê jî wezîfedar e.

Ozbey di derbarê mijarê de destnîşan kir dema jê re teklîfa vekirina kursa xwendevanên astengdar hat kirin ew ji kêfan bi bayê lezê  hatiye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Min bi xwe vê kêmasiya kursên ji bo astengdaran hêj ji heyama xwendina fakulteyê ve di dilê xwe de seh dikir û me li derdora xwe didît. Ji ber vê sedemê bi sedan dost hatin bal hev û li gelek bajarên welêt bi sedan kurs hatin tertîpkirin.”

“Hînbûn û hînkirina Qur’anê hizrtû û aramî ye”

Ozbey di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew hêj di heyama xwendina fakulteyê de hewil dida ji bo kesên ku çavên wan nabînin tiştinan bikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir:  “ Me ji sala 2007an vir ve li bajêra me 7-8 kursên Qur’anê tertîp kir. Me di van kursan de hewil da ku bi sedan birayên me yên ku çavên wan nabînin bi Qur’anê re werin bal hev.  Hemd ji Xweda re. Bi ya min em di vî warî de bi ser ketin. Em niha kêfxweşiya hînbûn û hînkirina Qur’anê dijîn. Hînbûn û hînkirina Qur’anê hizûr û aramî ye.”

“Li welêt alfabeyên gijkirî yên Braîlleyê kêm in”

Ozbey di berdewama axavtina xwe de ji hindikbûna alfabeyên gijkirî yê Braîlleyê gazinan kir û wiha got: “Bi guherîna li MEBê dersa Qur’anê wek dersa hilbijarî hat eyarkirin ku ev yek jî perwerdehiya Qur’anê bi zehmet kir. Elbet em ji dil û can dixwazin ku her tim dersa Qur’anê bidin birayên xwe yên ku çavên wan nabînin. Lê derfet kêm in. Li welêt alfabeyên gijkirî yê Braîlleyê kêm in.”

“Me Civaka Dildarên Qur’anê’ damizrandin û em hewil didin xwe bigihijînin temamê kesên ku çavên wan nabînin”

Ozbey di berdewam axavtina xwe de diyar kir ew û kesên ku çavên wan nabînin hatine ba hev û ‘Civaka Dildarên Qur’nê’ damizrandine û bi vê wesîlê hewil didin  bi kesên li Tirkiyê û dinayayê yên ku çavên wan nabînin re werin bal hev. Ozbey dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Bi iznillah ev yek ber bi başbûnê ve diçe. Me berî 5-6 salan digel kesên ku çavên wan nabînin hatin ba hev û me  ‘Civaka Dildarên Qur’anê’ damizrandin û em hewil didin xwe bigihijînin temamê kesên ku çavên wan nabînin.”

“Astengdarbûn ji evditiyê re ne asteng”

Ozbey di dawiya axavtina xwe de destnîşan kir astengdarbûn ji evditiyê re ne asteng e û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di warê îbadet û evditiyê de di navbera kesê astendar û neastengdar de tu ferq tuneye. Astengdarbûn ji evditiyê re ne astengî. Lewra Rebbê me ji bo me temamê hêsaniyan amade kiriye. A muhîm ew ê ku  mirov bixwaze û di wî warî de hewil bide.”(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir