• DOLAR 32.574
  • EURO 35.019
  • ALTIN 2431.339
  • ...
Ji HUDA PARê ji bo esnafê Sûrê teklîfa çaresariyê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

 Di rapora ku ji teref Serokatiya Bajêra Diyarbekirê ya HUDA PARê ve di derbarê mişkîle û çareseriya  esnafên Sûrê hat weşandin de hat diyarkirin divê teleb, mişkîle û gazinên ku xelk tînê ziman bên guhdarkirin û mexdûriyet demildest bên çareserkirin. Dû re wiha hat ragihandin: ‘Mişkîleyên dikandar û xelkê Sûrê mişkîleyên me ne. Ji bo ev mexdûriyet bên çareserkirin em di nava hewildaneke zêde de ne.’

Esnaf: Ew sozên çareserkirina mexdûriyetan qet bi cî nehatin anîn

Di berdewama raporê de hat ragihandin  digel ku ji ser rakirina qedexeya derketina derve 10 meh derbas bûbûn jî  li herema Deriyê Mêrdînê hema hema temamê sikakan ji xelkê re girtîne û blokên betonan a li serê sikakan hêj nehatine rakirin ku ev yek jî mexdûrîyeta xelkê girantir û dijwartir dike. Dû re wiha li raporê hat zêdekirin: “Esnaf diyar dike li taxên ku têketina wan hêj qedexeye ji teref dizan ve eşyayên wan ên ku di malên wan de mane jî hatine talankirin. Esnaf ji rayedaran teleb dikin ku ji vê yekê re çareseriyekê peyda bikin. Dîsa esnaf diyar kirin ji ber ku ceyran qutin nexasim kesên ku li ser amûrên elektronîkî kar dikin nikarin îş bikin û diyar dikin ger ku ceyran tunebe tu feyda vekirina dikanê tuneye. Her wiha ji teref esnafan ve hat ragihandin ku ew sozên çareserkirina mexdûriyetan qet bi cî nehatine anîn.”

Di raporê de bi şikleke herî berfireh ji teleb, gazin û daxwazên dikandarên Sûrê re cî hat dayîn û di encama raporê de  ji bo çareserkirina mexdûriyetan ev 12 madde wek teklif û çareserî hatin teqdîmkirin:

- Ji bo esnafê Deriyê Mêrdînê yên ku herî zêde ji pevçûnan zirar dîtine û mexdûr bûne  bên îhyakirin divê ji wan re zêdetir ehemiyyet û pêşanî bê dayîn.

-Ev bû 3 meh zêdetir ku dikandarên Sûrê muracatî kredîya 50 hezar lîre ya ku dê  bê faîz bê dayîn kirine, lê ne erênî û ne jî neyînî bersivek hêj ji wan re nehatiye dayîn ku ev yek jî bûye sedema xerabûna moralên wan.

-Divê ew sûka pênîrfiroşan bê xerakirin û di şûna wê de sûkeke modern bê avakirin da ku ev bazara ku tu kes êdî nedihatiyê biveje.

-Ji bona ku cardin karê dikandarên Deriyê Mêrdînê baş bibe divê garaja gundan a ku hatiye rakirin  di cihê xwe yê berê de bê faalkirin an jî ger cihê wê berê ne musaîd be li qada aîdî şaredariyê ya li miqabilê Gorsitana Deriyê Mêrdînê ye cihek jê re bê tehsîskirin.

-Tê gotin 40-50 hezar tl wek pereyê malê hatiye dayîn. Van pereyan dan kesên mexdûr da ku ji xwe re malekê bistînin. Lê eşkere ye ku bi van pereyan li tû derê Diyarbekirê mal nikare bê standin. Pêwîst e TOKÎ bêyî standina heqeke pêvek ji mexdûrên Sûrê û ji kesên ku malên wan xera bûne re mal bide.

- Ji bo Sûr bê însan nemîne divê ji teref TOKÎyê ve li Taxa Alî Paşayê xanîyên 3-4 qetî bên çêkirin û ev ji bo esnafên Sûrê bên tahsîskirin.

-Di şûna stadyuma kevin de navenda danûstandinê tê çêkirin ku ev yek dê dikandarên semta Ofîsê bi şikleke ciddî mexdûr bike. Divê armanc ne mexdûrkirinên nû be, divê ji rastê rakirina mexdûriyetên ku hebin be. Ji ber vê yekê divê ev stada kevin ji teref TOKÎyê ve bê xerakirin û di şûna wê de ji bo malbatên mexdûrên Sûrê  mal bên avakirin da ku ev mexdûrîyeta wan bê çareserkirin.

-Ew desteka kirê ya ku ji mexdûrên Sûrê re dihat dayîn, dema ku ev mexdûr  ji teref ÎŞKURê ve tên bicîkirin ev desteka kirê  tê birîn. Piştî demekê hemwelatîyê mexdûr ji kar tê derxistin û ew desteka kirê jî jê re nema tê dayîn. Divê mexdûrîyeta van hemwelatîyên ku ji kar hatine derxistin bê çareserkirin û divê ji nû ve desteka kirê bê dayîn.

-Hat tespîtkirin ku ronahîkirinên li ser Kolana Deriyê Mêrdînê kêm in ku ji  ber vê yekê di wextên êvarî de li wan deran nayê gerîn û ji ber ku ceyran qut dibin dikandar îş nakin ku di vî halî dikandar dikanên xwe digrin. Pêwîst e ronahîkirina kolanê bê kontrolkirin û tedbîrên pêwîst bên standin.

- Me di rapora xwe ya berî vê de jî destnîşan kiribû divê îdareyên milkî endamên komîsyona tesbîta mexdûriyetan kontrol bike û divê di derheqê endamên ku di karê xwe de îhmalê dikin de lêpirsînê bide destpêkirin.  Divê pêşiya fiyatdayîna kesên ku li gor kêfa xwe an jî bi xeletî fiyatdidin an jî divê pêşiya fiyatdayîna kesên ku ne ehlê karê xwe ne bê girtin. Ev yek him ji hêla wext ve û him jî ji hêla ewlehiyê ve girîng e.

-Bi vê wesîlê em teklîfên xwe yên berê cardin dubare dikin. Divê ji STKyên ku li heremê çalak û aktîf in ji her yekî wan kesek ji van komîsyonên lêkolînê re bên girtin û çav li xeletîyên li jorê bê xistin.

-Hatiye dîtin ku xelk û esnafê Sûrê ji bo daxwaz û giliyên xwe binîn zimên xwestine ku bi qeymeqam û şaredariyê re hevdîtin bikin, lê belê digel temamê teşebûsan randevu ji wan re nehatiye dayîn. Divê di vî varî de asankirin bên kirin.

 Ji bo temamê raporê bitikenin.(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir