• DOLAR 32.603
  • EURO 34.822
  • ALTIN 2503.163
  • ...
Ji heman malbatê 3 kes di şewatê de jiyana xwe ji dest dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin li navçeya Çala Denîzliyê di şewata ku di maleke mustaqîl de derket de dê, bav û qîza wan a 12 salî jiyana xwe ji dest dan.

Şewat di derdora seat 03.00ê şevê li gundê Dagmagarayê pêk hat. Li gor agahiyên ku hatine wergirtin di mala mustaqîl a li gund de ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn şewat derket. Bav Xelîl û dê Hebîbe dema ku bi şewatê hisiyan xwe avêtin derve, lê piştî ku hat hişên wan qîza wan di hundir de ye dîsa ketin nava malê. Ji ber ku li ser pişta xanî bi ax û ji ber ku şewat zêde bû xanî hilweşiya û Xelîl(42), Hebîbe xanima Xelîlî û qîza malê Gulbena 12 salî jiyana xwe ji dest dan.

Bi hatina îtfaiyê agir hat tefandin û piştî xebatên divûdirêj cesedên her sê kesên ku jiyana xwe ji dest dan ji malê hat derxistin û wan ji otopsiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Çalê.(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir