3 madeyên din ên teklîfa guherîna makeqanûnê hatin qebûlkirin
Di Lijneya Giştî ya TBMMê de 3 madeyên din ên teklîfa guherîna makeqanûnê hatin qebûlkirin.
Di Lijneya Giştî ya TBMMê de madeya 6emîn bi 343 dengan û madeyên 7 û 8emîn jî bi 340 dengan hatin qebûlkirin.
Di Lijneya Giştî ya TBMMê de ji bo madeya şeşemin a pêşniyaza guherîna makeqanûnê 343 dengên erê, 137 dengên redê hat bikaranîn. Di dengdanê de 2 vala û yek jî betal derket.
Di dengdana madeya heftemîn de jî 340 dengên erê, 136 dengên redê hatin bikaranîn. Di dengdayînê de 4 dengên vala û 2yê betal derketin.
Di dengdanê madeya heştemîn de jî 340 dengên erê û 135 dengên redê hatin bikaranîn. Di vê dengdayînê de jî 5 deng vala û yek jî betal derketin.
Bi vê dengdayînê her 3 madeyên din ên ku di wan teklîfa guherîna makeqanûnê tê kirin hatin qebûlkirin.(ÎLKHA)