• DOLAR 32.378
  • EURO 35.044
  • ALTIN 2326.038
  • ...
 "Pêwîst e rewşa Alpsoyê mehkûm ê ku nexweş e di rojevê de bê girtin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Giştî yê Cemiyeta Mafên Mirovan Mehmet Karadag Serokatiya Bajêra Diyarbekirê ya HUDA PARê ziyaret kir û bi Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Huseyîn Yilmaz û rayedarên partiyê re hat bal hev.

Di dema ziyaretê de Huseyîn Yilmaz destnîşan kir rewşa Huseyîn Alpsoy ji ber îhmalê giran dibe û dû re  di bîran xist ku Huseyîn Akbalikê ku berî niha li girtîgehê bû ji ber îhmalan di girtîgehê de  êşa qanserê  lê peyda bû  û piştî ku çend meh ji ser tahliyeya wî derbas bûn re jiyana xwe ji dest da û dû re wiha ragihand: “Divê rewşa mahkûmên nexweş her tim di  rojevê de bê girtin.”

Yilmaz di berdewama axavtina xwe de qala rewşa Huseyîn Alpsoy kir û destnîşan kir “ Mixabin di rewşeke acîl de wî rakirine nexweşxanê û wî ameliyat kirine. Di vê ev yek di rojevê de bê girtin. Divê raya giştî lê xwedî derkeve. Dibe ku pêvajo bê lezandin û ji tîpa edlî rapor bê standin.  Ev jî ger desteka sazîyên mafên mirovan hebe dê bileztir encam bê girtin.”

“Hakim û dozgerên ku camîayên Îslamî tasfiye kirin di girtîgehê de ne”

Yilmaz di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir di pêvojaya 28ê Sibatê de Misliman û camîayên Îslamî hatin mexdûrkirin, Yilmaz dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Bi sepanên keyfî û bi rê û rêbazên derhiqûqê wan ceza kirin. Însanên ku ev 20 sal e di girtîgehê de hene. Di wê heyamê de di digel Ergenekon di nava wan kesên ku camîayên Îslamî mexdûr kirin de rêxistineke ku wek FETO tê naskirin hebû. Ew hakim û dozgerên ku ceza dan van camiayan di girtîgehê de ne. Û kesên wan bi xwe wanan darizandina û ceza dane wan jî di girtîgehê de ne. Ger ku di holê de çewtiyek hebe ev yek karê hikûmet û îqtîdarê ye.  Lê hikûmet vê yekê telafî nakiriye.”

Di dema ziyaretê de Serokê Giştî yê Cemiyeta Mafên Mirovan Mehmet Karadag jî di derbarê mijarê de destnîşan kir wan rapora ku ji teref HUDA PARê ve di derheqê kesên ku ji teref FETO/PDYê ve hatine mexdûrkirin de  lêkolîn kirine  û haya wan ji rewşa Şeyhmus Alpsoyê mehkûmê nexweş jî heye.

Karadag di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ew dosyaya Alpsoy jî tehqîq kirine û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Me dosyaya birayê xwe yê ku mexdûrê FETO ye û ev 17 sal e di girtîgehê de ye lêkolîn kir.  Danayên di dosyayê de ne delîlên cezaya girankirî ne. Ev ceza li Tirkiyê kêm tê dayîn. Di dosyaya wî de ji xwe tiştek tuneye.  Ger ku vêga mehkemeyek li dosyaya wî binêre dibe ji endamtiyê tenê 5 sal  ceza bidiyê.  Dû re derket holê ku ev qerar ji teref FETO ve hatiye dayîn.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir