• DOLAR 32.323
  • EURO 35.144
  • ALTIN 2294.34
  • ...
 "Min bi ceyrana qeçax emel nekir lê dîsa ceza ji min re birîn"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Osman Aslanê ku li Taxa Sanayiya Erxaniyê dijî destnîşan kir dema ku ew ne li malê ye xebatkarên DEDAŞê jê re cezaya ceyrana  qeçax birîne.

Aslan di derheqê mijarê de destnîşan kir digel ku wî ceyrana qeçax  bi kar neaniye jî jê re ceza hatiye birîn û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Dema ku ez ne li malê bûm, xebatkarên DEDAŞÊ ji hewşa malê ketine hundir û ji min re cezaya ceyrana qeçax birîne. Di şeşê mehê de kaxizek hat. Bi hinceta ceyrana qeçax ji kin re 2 hezar û 300 lîre ceza birîne. Min bi qeçaxê emel nekiriye, min ji wan re got seata min sexlem e, werin kontrol bikin. Lê nehatin. Ez çûm ba hakim beg û bûyerê jê re got. Ji min re got ger ku cezaya te di bin 2 hezar û 300 Tl û 3 hezar û 500 TLyê de be çênabe. Dû re ez çûm qeymaqemtiyê ba mafên serfkaran. Ew jî qebûl nekirin û gotin bi hezaran mexdûr hene û eleqedar nebûn.”

Aslan di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ew teleb kiriye da ku werin seata wî ya ceyranê kontrol bikin lê ev teleba wî nehatiye qebûlkirin. Aslan dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Îro ez çûm DEDAŞê. Şef ji min re got ku ez ê tenzîlatê bikim. Min jî qebûl nekir. Min bi qeçaxê emel nekirye, ez qebûl nakim. An cezayê betal bikin an jî ez qebûl nakim. Ez bi heq im û seat û sigortaya min jî sexlem in.  Min ji derve kablo nekişandiye. Min ji wan re got ku werin kontrole lê dîsa nayên. Nexwe wan bi xwe ceyrana qeçax çêkirine.”

Aslan di dawiya axavtina xwe de destnîşan kir dema ku ew ne li mala xwe bû xebatkarên DEDAŞÊ ji hewşê ketine mala wî û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez ê dozê li wan vebikim.”(ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir