• DOLAR 32.593
  • EURO 34.808
  • ALTIN 2499.91
  • ...
 "Îsal ji sala borî du qet zêdetir muracat li Îmtîhana Siyerê hat kirin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di derbarê mijarê de rayedar destnîşan kirin hêj li 7 xalan serîlêdan berdewam dikin  û telebe ji îmtîhanê re îsal zêdetir eleqe nîşan didin.

Huseyîn Bîlîr di derheqê qeydên Îmtîhana Sîyerê ya Wîladeta Pîroz a ku dê îsal bi slogana ‘Wî Bixwîne û Heyata Wî Bijî’ de axivî û destnîşan kir heta niha li bajêr ji 17 hezar zêdetir muracat li îmtîhanê hatiye kirin.

Bîlîr di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir gelek kes bi telofonê li wan digerin û qeydên xwe çêdikin. Bîlîr dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Li gor sala borî hejmera kesên ku serî li îmtîhana sîyerê dane zêdetir e. Sala borî 9 hezar kes serî li îmtîhanê dabû, lê îsal heta niha ji 17 hezarî zêdetir muracat hat kirin. Exlebe telebe muracatî îmtîhanê dikin.  Ev yek tiştekî xweş e. Telebe hevdû teşwîqî îmtîhanê dikin.”

“Temamê malbata me muracatî îmtîhana sîyerê kir”

Alî Gulerê ku digel temamê malbata xwe haziriya îmtîhanê dike di derbarê mijarê de wiha axivî: “Em wek malbat 5 kes qeyda xwe îmtîhanê kir. Ger ku umre bibe nesîb başe. Em ê xwe biceribînin.  Dema ku dibe êvar li malê televizyon tê girtin û hemî kes li goşa xwe kitêba xwe dixwîne. Bi heman awayî em pirsan ji hev dikin. Ev yek  bi feyde dibe.”

“Ez kitêbê dixwînim û binê cihên girîng xêz dikim û nîşeyan digrim”

Mamosteyeke ku nedixwast navê xwe bide di derbarê mijarê de destnîşan kir ku ew her sal dikeve van îtîhanên siyerê û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez li Lîseya Pîşeyê ya Qîzan mamoste me û ev 23 sal e ku ez mamostetiyê dikim. Ez îmtîhana ji belavok û panoyan dişopînim. Heta ji min tê ez dikevim îmtînan û xwendevanên xwe jî teşwîqî îmtîhanê dikim.  Ez bi ser nakevim lê qet nebe ez tiştinan hîn dibim. Sala borî jî ez ketibûm îmtîhanê, ne xirab bû û ne jî baş bû. Lewra divê baş bê xwendin. Ez kitêbê dixwînim û binê cihên girîng xêz dikim û nîşeyan digrim. Lê dîsa tevlîhev dibe. Ez bawer dikim ku xort dê ji me serfiraztir bin.”

“Dema ku xwendin ew ê fêm bikin ku ji tu lîderên din re pêdivî tuneye”

Harun Buluntuyê ku xwendevanê zanîngehê ye jî di derbarê mijarê de destnîşan kir divê tu kes ji vê îmtîhanê nemîne û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji bo ku ez Wî bixwînim û ji bo ku ez heyata Wî bijîm min serî li îmtîhanê da. Divê tu kes ji vê îmtîhanê nemîne, lewra xort lîderên îdeolojiyên din ji xwe re mînak distînin. Divê ji dêla van ve heyata Pêxemberê me bixwînin, dema ku xwendin ew ê fêm bikin ku ji tu lîderên din re pêdivî tuneye. Hizûr û aramî bi vî şiklî mimkûn e. Ez ji birayên xwe yên ciwan re tewsiye dikim ku bila  beşdarî îmtîhanê bibin.”(ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir