• DOLAR 32.535
  • EURO 34.795
  • ALTIN 2425.171
  • ...
 "Baregehên DYE ji bo ewlehîya hundir û derve ya Tirkiyê  tehdîd in"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Weke ku tê zanîn baregeha Încîrlîkê wek hêza li pey teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê ya ku bi piştevaniya Emrîka hat kirin tê zanîn û  dîsa tê zanîn ev baregah di dema îşxalkirina Iraqê de ji bo bombebaranê hat bikaranîn. Ji ber vê yekê teleba raya giştî ya  girtina Baregaha Încîrlîkê ji teref Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu û ji teref Wezîrê Parastina Neteweyî Fîkrî Işik ve ji rojevê hatibû anîn.

Her roja ku derbas dibe teleba girtina baregaha Încîrlîkê zêde dibe. Yrd. Doç. Dr. Huseyîn Şeyhanliogluyê Midûrê  Navenda Lêkolînên Siyasal  a Zanîngeha Dîcleyê, Fesîh Bozanê Serokê Bajêra Diyarbekirê yê Partiya Saadetê û hinek hemwelatî di derbarê mijarê de nirxandinan kirin  û destnîşan kirin ku baregehên DYE ji bo ewlehîya hundir û derve tehdîd in.

Yrd. Doç. Dr. Huseyîn Şeyhanlioglu di axavtina xwe ya ku di derbarê mijarê de kir de destnîşan kir li Baregaha Încîrlîkê çekên atomê yên Emrîkayê hene û  ez bawer dikim ev çek ji bo gef li Tirkiyê bê xwarin li wê derê ne.

Şeyhanliogluyê ku di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir şeva teşebûsa darbeyê balafirên ku ji Baregaha Încîrlîkê bi hewa ketine ji balafirên şer ên F-16an ên ku li Enqerê û Stenbolê difiriyan re sotemeniyê veguhastine û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Başe, gelo ma diyar e ku van çekên atomê li dijî me bi kar neyînin, garantiya vê yekê heye?”

 “Emrîka Baregaha Încîrlîkê bi armanca darbê bi kar aniye”

Şeyhanlioglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji bo Tirkiyê du tehdîd hene û wiha li axavtina xwe zêde  kir: “A yekem bikaranîna baregehê ya bêdestûr û bêkontrol û ya duyem jî li dijî cîranan baregehê wek cihê casûstiyê bi kar anîn. Emrîka Baregaha Încîrlîkê di darbeyan de bi kar aniye û 15ê Tîrmehê jî di nav vê de ye. Ji ber vê yekê divê teqez ev baregah bê girtin. Di Herba Korfezê de Emrîka Iraqê ji  ser vê baregahê perîşan kir. Di encama vê yekê de Emrîka bikar derket. Me jî bi milyon dolaran zirar kir. Balafirên veguhastina sotemeniyê yên ku di 15ê Tîrmehê de ji ser vê baregahê rabûn û pergalên kontrola radarê yên ku em bi wan nizanin li dijî îqtîdara meşrû ya vî welatî hatin bikaranîn.”

Şeyhanlioglu di dawiya axavtina xwe de di bîran xist ku şeva teşebûsa darbeyê  koordînatên balafira Serokomarê ku ji Dalamanê bi hewa ket ji Emrîkayê ji pîlotên darbeker re hat dayîn. Şeyhanlioglu dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Miheqqeq divê baregahên NATOyê yên li Tirkiyê  di bin kontrolê de bin. Her wiha divê îqtîdar ji Emrîka re bibêje ‘One Mînute.’ Hekena ew ê me hilweşînin. Ev baregah ji bo ewlehîya hundir û derve ya Tirkiyê tehdîd in.”

Fesîh Bozanê Serokê Bajêra Diyarbekirê yê Partiya Saadetê jî di derbarê mijarê de destnîşan kir ji teref Tirkiyê ve negirtina van baregahan acziyet e  û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Piştî her darbeyê navê Baregaha Încîrlîkê tê bîra mirovan. NATO ji rêxistinên li Iraq û Sûriyê re alîkariyê dike û ev yek ji teref rayedaran ve jî tê zanîn û ev baregah nayê girtin.”

Hemwelatiyên bi navê Cengîz Kaya, Mehmet Erîm, Ercan Guzel, Orhan Tanrikulu û Selîm Koyuncu jî di derbarê mijarê de destnîşan kirin nayê fêmkirin Emrîka û dewletên Xerbî çima ji bo operasyonan li Tirkiyê ne, berjewendiya Emrîka li kû derê be balafirên ku ji Încîrlîkê radibin diçin wê derê, divê baregah bê girtin, balafirên ku ji vê baregahê radibin mezlûmên li Sûriyê bombebaran dikin, divê tu hêvîya Tirkiyê ji Emrîka tunebe û divê baregah bê girtin.

Her weke ku tê zanîn li van bajarên Tirkiyê cûrbecûr baregehên eskeriyê  yên DYE û NATOyê hene: Afyonkarahîsar, Edene, Îzmîr, Stenbol, Konya, Balikkesîr, Mugla, Malatya, Enqere, Amasya, Bartin, Çanakkale, Diyarbakir, Eskîşehîr, Kutahya, Sêwas, Îskenderun, Ordu, Rîze, Erzerom, Wan.(ÎLKHA)











































Bu haberler de ilginizi çekebilir