• DOLAR 32.331
  • EURO 35.11
  • ALTIN 2295.22
  • ...
SON DAKİKA
Ji HUDA PAR rapora FETO
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Serokatiya Karûbarên Hiûqê û Mafên Însanan a HUDA PARê ve piştî lêkolîn û xebata kir raporek bi raya giştî re parve kir. Di raporê de qala qomployên li HUDA PARê hatine lidarxistin, dozên Mustazaf-Der, Sîwas, Selam Tevhîd, Hîzbullah û îşkenceyên ku di sala 90an de pêk hatibû hat kirin.

Di raporê de qal hat kirin ku ji FETO/PDYya ku di nav dewletê de bicî bibû û hewldana derbeya 15ê Tîrmehê pêk aniye re ji teref hikûmetên ku ji derbeya leşkerî ya 1980an heta îro –xeyn ji hikûmeta Erbakan- qad hatiye firehkirin.

Hat destnîşankirin FETO/PDYyê ku bi stratejiya dişopîne wek cemaetekî Îslamî meşrûiyet qezenc kiriye û kes û kesayetên ku li dijî wê bûne wek hedef ji xwe re diyar kiriye.

Di raporê de hat diyarkirin ku FETO/PDY di nav dewletê de di serî de qadên burokratîk bi taybet di nav adliye, artêş, ewlehî û perwerdeyiyê de wek qadro bicî bûye. Her wiha tê zanîn ku zulma daraza FETO bi lêpirsînên Ergenekonê dest pê kiriye. Ev hişmendî çewt e. Zulma vê darazê ji salên 90an pê ve dest pê kiriye.

Di raporê de hat diyarkirin her çi qas dozên ku kesên xwedî nifûz derkevin li pêş jî rastî ew e ku gelek kes an jî sazî mexdûrên vê saziyê ne. Dûvre rapor wiha hat domandin: “Ji ber stratejiya bidestxistina meşrûiyetê sazî nêrînekî cemaeta Îslamî di raya giştî de bidest xistiye. FETOyê ku ji bo ku di qadê de tenê bimîne dixwaze reqîbên xwe tesfiye bike. Ji ber vê yekê gelek kes, kesayet û cemaetên Îslamî ji xwe re kiriye hedef. Lewra gelek cemaetên Îslamî, kesên dîndar bi qumpasên ewlehî/daraza FETO di derhaqê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin, doz hatine vekirin û hatine girtin û dûçarê sûîqasta îtîbarê bûne. Ji aliyekî ve ev kes û kesayetên xwedî hestên dîndar ji çavên civakê hatine xistin. Bi projeyên Îslama nerme û fealiyetan gor dabirkirina Xerba emperyalîst hereket kiriye û ji rêkûpêka civakê ya ku ji nirxên xwe dûr ketine re xizmet kiriye.”

Di raporê de qala operasyonên ku piştî hewldana derbeyê li dijî FETO hat kirin da ku ji saziyên dewletê werin paqijkirin hat kirin. Dûvre hat diyarkirin pêwîst e ku texrîbatên di dewlet û civakê de pêk hatine werin tamîrkirin û çareserkirina mexdûriyetan neyê îhmalkirin.

Di raporê de hat destnîşankirin ku di qada FETO ya darazê de bi hezaran hakim, dozger û endamên daraza bilind hatin binçavkirin û girtin, hinek ji wezîfê hatine dûrxistin an jî îxrackirin. Ev yek jî biryarên ku ji teref wan ve hatine dayîn û idîanameyên hatine amadekirin gûmanbar dike.

Armanca amadekirina raporê wiha hat diyarkirin: “Ji bo ku piştgirî bide vejîna ji nû ve ya tesewûra pêşeroja hevpar, ewledar û hizûr û aramiya civakê, her wiha ji bo ku hesta edaletê ya gelê me ya Misliman a ku canê xwe li dijî berik, tifing û topê kiriye sîper zirarê nebîne û zilmên ku kes, kesayet û saziyên Îslamî dîtine were rakirin ev rapor hatiye amadekirin.”

Di raporê de wiha bal hat kişandin ser mijara mexdûriyetên û dabaş saziyê pêk aniye: “Di çarçova rêvebirina dewletê de divê ku armanca eslî edalet bibe. Pêwîst e ku hemî zilmên ku di raporê de hatine diyarkirin û yên nehatine diyarkirin demildest werin tespîtkirin, mexdûriyetên didomin dawî lê bê, zirarên ku wan daye wek tezmînat were temînkirin û gavên baş werin avêtin. Em hêvîdarê vê yekê ne. Nexwe kesên ku zulm kirine bes meqam û mewkiyên wan ji wan werin sitandin û nedîtina kes û kesayetên ku dûçarê zulma vê şebekî bûne, razîbûna ji sûcên ku hatine kirin re tê wateya pejirandin û hevparbûna vê yekê.”

Doza Sîwasê û Mexdûrên Derbeya 28ê Sibatê

Di raporê de qala Derbeya Postmodern a 28ê Sibatê hat kirin. Hat destnîşankirin ku kesên dîndar hatine mexdûrkirin û hinek ji van hêj jî di girtîgehê de ne.

Hat destnîşankirin ku bi navên Metîn Kaplan, Cubbelî Ahmet Hoca, Mehmet A. û Turgay B. qomplo hatin sazkirin. Di encama qomployan de mexdûriyet çêbûne û hêj hinek kes wek mexdûr di girtîgehê de girtî ne.

Qomployên li dijî HUDA PARê

Di raporê de hat destnîşankirin ku di sala 2013an de li dijî alîgir û endamên HUDA PARê ji teref polês, nûçegihan û wezîfedarên mixtelif ve çendîn car tehdît û êrîş hatiye kirin û kesên ku nêzî partî û saziyên wan in dûçarê muemeleyên dereqanûnî bûne. Kesên ku van yekan kirine dûvre di bergeha lêpirsîna FETO/PDYyê de hatine îxrackirin.

Operasyonên li dijî STKyên Îslamî

Di raporê de bal hat kişandin ku li bajarên Edene, Semsûr, Erzirom, Meletî, Xarpêt, Qonye û Enqerê li dijî STKyên Îslamî qomplo hatine lidarxistin. Bi delîlên sexte yên ku di encamên dozên hatibûn vekirin de felaiyetên asayî yên qanûnî di bergeha fealiyetên terorîzmî de hatin hesibandin û endam û dildarên STKyên dabaş bi cezayên hepsê re rû bi rû mane.

Doza Taşhiyeyê

Di raporê de hat diyarkirin ku ji qumpasan yekî jî ew ku li dijî koma wek Taşhiye tê navandin hatiye kirin. Hat destnîşankirin ku di gel fealiyetên wan ên qanûnî bi hinceta ku di nav rêxistinekî dereqanûnî de ye bi dehan endamên dîndar ên vê hawîrdorê hatine mexdûrkirin.

Doza Hîzbullah

Di raporê de hat ragihandin ku piştî îdrakkirina li dijî raya giştî di dozên Hîzbullah de bi dokumanên ku ji komputerê hatine derxistin bi hezaran kes hatine mexdûrkirin. Wiha qala mexdûriyetan hat kirin: “Di vê pêvajoyê de gor daxuyaniyên fermî 25 hezar însan hatine binçavkirin, li gelek ji wan kesan îşkence hatiye kirin. Bi hezaran kes bi agahiyên nasnameyên ku herkes dikare bi dest bixe ji ber agahiyên qestî yên di derheqê wan de hatine nivîsandin hatine girtin. Bi hezaran însan çendîn sal di girtîgehê de mane. Bi hinceta ku li mizgeftê ders dane û beşdarê sohbetan bûne 10 hezar kes hatine cezakirin. Hinek ji wan ji bo ku neyên girtin ji welatên xwe bûne. Hinek ji wan ên ku memûr heta mela jî bûn bi hinceta ku îrtîcaker û eqîdeyên wan xerab in wan ji îş derxistine. Niha 250 kesên ku bi van hincetan hatine girtin di girtîgehan de ne.”

Revandin û înfaz

Di raporê de hat destnîşankirin ku FETO/PDY tevlê zilamrevandin û înfazan bûye û di vê bergehê de di sala 1998an de Ceczet Soysalê hatibû înfazkirin mînak e û bal kişand ser pirtûka Sabrî Uzunê Serokê Daîreya Îstîxbarata Ewlehiya Kevin. Di heman pirtûkê de qala Kazim U.yê ku hat revandin hat kirin û ev hemî di encama qomployên FETO de hatine lidarxistin.

Bûyerên 6-8ê Cotmehê û hevkariya PKK-FETO

Herî dawî di raporê de qala bûyerên 6-8ê Cotmehê ya sala 2014an a ku di encama bangewaziya HDPê de derketibû hat kirin. Hat destnîşankirin ku di vê heyamê de PKK û FETO bi hev re hereket kirine. Dûvre di raporê de wiha hat diyarkirin: "Di heyama van bûyeran de endamên PKK/HDP li her derê mirov dikuşt û hawîrdor texrîb dikir. Yekîneyên ewlehiyê jî ji kolanan derketibûn. Di gel hewar û gaziyan qet midaxale liv an bûyeran nehatibû kirin. Ev yek eşkere îttîfqa FETO û PKKê dida nîşandan. Ji teref hikûmetê ve di gelek bajaran de qedexeya derketina derve hatibû îlankirin heta piştgiriya artêşan hatibû kirin. Di gel vê yekê bûyer heta 10ê Cotmehê dest pê kiribû. Dûvre jî hat fêmkirin ku amîrên di wan bajaran de wezîfedar bûn têkiliya wan bi FETO re heye.

Encam

Di raporê de hat diyarkirin heke hewl tê dayîn ku edalet saz bibe û civakekî edaletî ya nû were sazkirin pêwîst e ku ev werin kirin:

-Pêwîst e kesên ku di girtîgehê de belesebeb dimînin werin serbestberdan

-Beriya kesên ku ji ber cezayên hepsê yên belesebeb revîne çûne derveyê welat vebe da ku ew vegerin Tirkiyeyê

-Pêwîst e kesên ku hatine girtin tezmînat û îadeya îtîbarê ya wan were dayîn

-Saziyên ku belesebeb hatine gitin ji nû ve werin vekirin û tezmînata wan were dayîn

-Leşker, polês, dozger an jî hakimên FETOyî yên ku li dijî kes, kesayet û saziyan komplo lidarxistine werin darizandin. Herkes hêvîdarê vê yekê ye. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir