6 kesên ku propagandaya PKKê dikirin hatin binçavkirin
Li Rihayê 6 kesên ku tê diyarkirin ji ser medyaya civakî propagandaya PKKê kirine hatin binçavkirin.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin di bergeha lêpirsîna PKKê ya ku ji teref Serdozgeriya Komerê ya Sîwerekê ve hat destpêkirin de 6 kesên ku tê diyarkirin ji ser medyaya civakî propagandaya PKKê kirine hatin binçavkirin.
Kesên ku bi operasyonê hatin binçavkirin ji bo jêpirsînê birin ewlehiyê.(ÎLKHA)