• DOLAR 32.496
  • EURO 34.956
  • ALTIN 2429.44
  • ...
Li Fasê burqe hat qedexekirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gor xeberên ku  di medyaya Fasê derketine rayedarên dewletê hilberî, firotin û îthalata burqeyê qedexe kirin û dê di nava 48  seatan de  stokên ku hene bên tunekirin.

Qerara ku di derheqê burqeyê de hat dayîn bû sedema bertekan. Hat diyarkirin qerara qedexeyê bi hinceta ‘ewlehiyê’ hatiye dayîn.

Piştî qerarê Wezareta Karên Hundir ê Fasê ji dikan û atolyeyên ku li Tanca, Tatavin, Mertil, Sela, Tarevdanat û Meknesê hilberîna burqeyê dikin re nivîsek şand û destnîşan kir hilberî, firotin û îthalata burqeyê  hatiye qedexekirin.

Piştî qerarê rêxistinên Îslamî bertek nîşan dan û destnîşan kirin ev di dahatûyê de ji bo qedexekirina nîqabê teşebûsek e.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir