Li Sîwerekê ji bo Helebiyan 2 TIR alîkarî hat berhevkirin
Li navçeya Sîwereka Rihayê bi kampanyaya 'Li ser navê biratiyê ji bo Helebiyan bibe bêhnek' ji bo Helebiyan 2 TIR alîkarî hat berhevkirin.
Bi wasitaya Midûrtiyên Perwerdehiya Neteweyî mamoste, xwendevan û welî di nav xwe de ji bo Helebiyan di bihaya 65 hezar TLyê de alîkariya batanî û pêdiviyên din berhev kirin. Alîkariya ku hat berhevkirin ji bo bigihijînin Helebiyan şandin Rihayê.
Di derbarê alîkariya ku hatiye kirin de Midûrê Perwerdehiya Neteweyî ya Sîwerekê Nûrî Kapanoglu destnîşan kir ew ê ji vê drama li Helebê re bêdeng nemînin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Alîkariya ku me bi kampanyekê li mektebên xwe berhev kir em ê bişînin Helebê. Em dixwazin parîkek jî be bibin alîkarî. Ez ji hemû kesên ku kêda wan di vê alîkariyê de heye re teşekur dikim.”(ÎLKHA)