Bager serbanan firand
Ji ber bagera dijwar a ku li Qeyseriyê rabû serbana hinek mal û kargehan firiyan.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin ev 3 roj e ku li Qeyseriyê bagera ku rabûye bi şidet berdewam dike. Bagera dijwar a ku berdewam dike serbanên mal û kargehan firand.
Di dema firîna serbanan de ji ber ku tu kes li kolanan tunebû tiştek bi tu kesî nehat. Lê 2 wesayîtên ku parkkirîbûn zirar dîtin.
Yekîneyên îtfaiyê yên ku hatin cihê bûyerê serbanên ku ketibûn kolanan rakirin.(ÎLKHA)