2 madeyên ewil ên teklîfa guherîna makeqanûnê hatin qebûlkirin
Di Lijneya Giştî ya TBMMê de 2 madeyên ewil ên teklîfa guherîna makeqanûnê hatin qebûlkirin.
Di Lijneya Giştî ya TBMMê de ji bo madeya yekemîn a pêşniyaza guherîna makeqanûnê 347 dengên erê, 132 dengên redê hat bikaranîn. Di dengdanê de 2 jê bêalî, 2 vala û yek jî betal derket.
Di dengdana madeya duyemîn de jî 343 dengên erê, 133 dengên redê hatin bikaranîn. Di dengdanê de yek jê bêalî, 2 vala û yek jî betal derket.
Bi vê dengdayînê her du madeyên ewil ên ku di wan teklîfa guherîna makeqanûnê tê kirin hatin qebûlkirin.(ÎLKHA)