• DOLAR 32.535
  • EURO 34.795
  • ALTIN 2425.171
  • ...
Ji HUDA PARê rapora FETO
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Seokatkiya Karûbarên Huqûq û Mafên Însanan a HUDA PARê raporekî di derbarê kes û saziyên ku ji teref FETO ve hatine mexdûrkirin de raporek amade kir û bi raya giştî re parve kir.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku hewldana derbeya di 15ê Tîrmeha 2016an de wek zanîn û bi rêkûpêk hatiye lidarxistin. Dûvre daxuyanî wiha hat domandin: “Li pişta hewldanek a ku leşkerên payedar beşdar bûne û wek bi rêk û pêk hatiye lidarxistin amadehiya 40 salî heye. Diyar e ku serokê wê şebekeya fesat û xeternak Fetullah Gulen e.”

“Gelek cemaetên ku li Tirkiyê fealiyetên xwe didomînin bûn hedef”

Di raporê de hat destnîşankirin ku di serî de qadên borukratîk FETO din av dewletê de bi şiklekî cidî wek qadro bicî bûye û ji bo tesîskirina edaletê ne bes ji bo kesên ku li dijî wê ye berteref bike hatiye sazkirin.

Di raporê de wiha hat destnîşankirin: “Ji ber stratejiya ku bi dîmenekî wek cemaet di raya giştî de wek meşrû bê dîtin ji bo ku kesên ji xwe re reqîb dîtiye FETO dixwest ku di qadê de tenê bimîne. Ji ber vê yekê li Tirkiyê gelek kesên dîndar û cemaetan ji xwe re kiriye hedef. Lewra gelek cemaetên Îslamî, kesayetên ferdî û şexsî ji teref daraz/ewlehiyên FETO ve di encama kumpasan de hatine girtin û dûçarê sûîqasta îtîbarê bûne. Ji aliyekî ve ev kes û cemaet û ji aliyekî din ve terzên jiyana Îslamî ji çavên civakê hatine xistin. Bi projeyên Îslama nerme û fealiyetan gor dabirkirina Xerba emperyalîst hereket kiriye û ji rêkûpêka civakê ya ku ji nirxên xwe dûr ketine re xizmet kiriye.”

 “Pêwîst e kesayet û kesên ku dûçarê zulma vê şebekeya hanê ya fesat bûne werin dîtin”

Di raporê de qala operasyonên ku piştî hewldana derbeyê li dijî FETO hat kirin da ku ji saziyên dewletê werin paqijkirin hat kirin. Dûvre hat diyarkirin pêwîst e ku texrîbatên di dewlet û civakê de pêk hatine werin tamîrkirin û çareserkirina mexdûriyetan neyê îhmalkirin.

Di rapora ku bal hat kişandin wezîfeya eslî ya dewletê tesîskirina edaletê ye de wiha hat diyarkirin: “Nexwe kesên ku zulm kirine bes meqam û mewkiyên wan ji wan werin sitandin û nedîtina kes û kesayetên ku dûçarê zulma vê şebekî bûne, razîbûna ji sûcên ku hatine kirin re tê wateya pejirandin û hevparbûna vê yekê.” (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir