• DOLAR 32.382
  • EURO 34.985
  • ALTIN 2326.088
  • ...
Di îmtîhana AOLyê de propexendeya CHPê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wekê ku tê zanîn îmtîhana AOLyê di dîroka 7-8ê Çileya Paşîn de hat lidarxistin. Di îmtîhanê de pirsa ku hatibû pirskirin pirsa ‘gelo di îmtîhanê de propexendeya CHPê tê kirin’ anî hişê mirov.

Di dabaş pirsan de wiha tê diyarkirin; ‘Rayên xwe bidin partiya ku Ataturk û Înonu serokatiya wê kiriye.’ Tê dîtin ku wek pirs wiha tê diyarkirin; ‘Afîşa li jor ya kîjan partiyê ye?’ û di vebijêrkan de wek

"A)Partiya Anavatan B)Partiya Demokrat C)Partiya Gel a Komarê D) Partiya Miletê Gundî ya Komarê" tê diyarkirin.

Her wiha di heman îmtîhanê de pirsa balkêş a din wiha ye:

Hişmendiya “gel çi dixwaze rast e” dibe ku gotinekî wiha wek demokratîk bê dîtin. Lê ev dîtin potansiyela zulmê ya xeternak di nav xwe de dihewîne. Daxwaza gelemper a gel termekî ya nava wê vala ye û dibe ku gel ji teref rêvebiran ve wek sunî werin beralîkirin. Her wiha ev tê wateya ku îlkeya cudahiya hêzan tê redkirin û tê wateya hemî hêzên rêvebiriyê teslîmê komek an jî lijnekî dikin.

Di vê metnê de li ser kîjan mijarê ya jêr tê sekinandin?

A) Xeternak e ku hikûmraniya gel ji armanca rastî were berevajîkirin

B) Ji xeynî mafên hemwelatiyan hinek spartek jî hene

C) Giringiya hatina serê kar a bi hilbijartinê ya rêvebiran

D)Pêwîst e ku mafên bikaranîna hikûmraniyê ya rêvebiran bê sînor bibe

E) Ji xwe însan ji aliyê fitratê ve xweparêz e

Di îmtîhana ku ji teref Wezîrtiya Perwerdehiya Neteweyî ve hat lidarxistin de bi pirsên ku di AOLyê de derdikeve de rirsa ‘hewl didin hişmendiyên çawa pêk bînin’ tîne hişê mirov. Her wiha tê mereqkirin ku dê dibaş mijarê de gavên çawa werin avêtin. (ÎLKHA) 









Bu haberler de ilginizi çekebilir