Li Stenbolê tatîla berfê hat dirêjkirin
Li Stenbolê ji ber şert û mercên neyînî yên hewayê mekteb sibe jî hatin tatîlkirin.
Di derbarê mijarê de ji teref Walîtiya Stenbolê ve hat destnîşankirin ji ber barîna berfê û ji ber cemedê li tevahiya Stenbolê temamê mekteban hatin tatîlkirin.
Di daxuyaniya ku hat dayîn de her wiha hat ragihandin di heman rojê de personelên bi ducanî û astengdar jî bi destûr bên hesibandin. (ÎLKHA)