• DOLAR 32.314
  • EURO 35.084
  • ALTIN 2279.545
  • ...
Qîza min ji teref mamosteya xwe  ve hat derbkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin xwendevana 5 salî ya ku li navçeya Baglara Diyarbekirê li Dibistana Mader ya Lîseya Teknîk û Meslekî ya Ataturkê dixwîne ji teref mamosteya xwe  ve hat derbkirin. Malbata ku qîza wan hatiye derbkirin di derheqê mamoste de gilîdar bû.

Songul Îtah di  derbarê mijarê de  destnîşan kir di bergeha lêpirsîna ku hatibû destpêkirin de mamoste pêşî ji wezîfê hat dûrxistin û dû re cardin ji wezîfeya xwe re hat îadekirin.

Îtah di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir qîza wê ji teref mamoste ve hatiye derbkirin  û berî niha jî dîsa çendîn caran ji teref heman mamoste ve ceza jê re hatiye dayîn. Îtah dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Mamoste bela xwe ji me venake. Berî niha ceza dabû qîza min. Wê rûniştandibû ber petekan û bûbû sedem ku gurçikên wê biwerimin. Ji ber vê yekê qîza min bin xwe şil kiribû. Ji bo bi mamoste re biştexilim ez çûm mektebê. ‘Ji min re got derkeve derve, bi min re neştexile, here derdê xwe ji midûr re bibêj.’  Ez çûm ba midûr û midûr jî ji min re got ‘Mamoste P. yeke pir baş e û ev 10 sal e ku vî karî dike. Hûn nikarin mamostetiya wê pirsyarî bikin.”

Îtah di berdewama axavtina xwe de diyar kir her cara ku qîza wê mamoste dibîne ditirse û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji roja ku ez ji bo gilîdariyê çûm ba midûr vir ve mamoste P. çavsorî min bû. Bi temamê weliyan re hevkariyê dike û dibêje ‘Ev qîza vê jinikê ji mektebê bavêjin. Zarokên we jî vî tiştî bikin ez ê vê cezayê bidim wan jî.’  Roja çarşemê dema ku em dimeşiyan li rasta mamoste hatin. Hema bi wê dîtinê qîza min xwe li pey min veşart û got ‘dayê, dayê! Mamoste.’ Rojeke din qîza  min hat malê û ji min re got ‘Dayê, mamoste li min da û derxiste devê derî û min li erdê rûniştand. Li mektebê boyaxvan hatin pê de xeyîdîn. Ji ber vê yekê min  girt polê.’

Îtaf di  berdewama axavtina xwe diyar kir dema ku ew serê qîza xwe dişûşt  hîn bû ku qîza wê hatiye derbkirin. Îtah piştî ku hîn bû qîza wê hatiye derbkirin çûyê nexweşxanê û rapora derbkirinê girtiye û dû re li qereqolê gilihê mamoste kiriye.

Îtah her wiha diyar kir ne ya qebûlkirinê ye ku mamosteyek muracatî tundî û şidetê bike û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di neticê de em jî ewladên xwe dispêrin wan. Divê em mitala wan nekin. Ger ku mamoste wisa bi şidetê emel bikin em ê zarokên xwe neşînin dibistana mader. Ger ku li mekteban pergela bi kamera hebana hewce nediikir ku ez biçim mektebê. Qîza min li mektebê çi dike, çi dibêje û li rasta çi tê… Ger ku ev pergal hebe dê ev mişkîle dernekevin.”

Bulent Îlhanê Midûrê mektebê  yê ku me pe re axivî îddîayên derbkirinê tekzîb kir. (ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir