• DOLAR 32.537
  • EURO 34.966
  • ALTIN 2439.909
  • ...
Ji Ayetullah Hamaney peyama taziyeyê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Lîderê Dînî yê Îranê Ayetullah Seyyîd Alî Hameney ji ber wefata Ayetullah Ekber Haşîmî Rafsancanî peyamekî weşand. Alî Hamaney destnîşan kir ku 59 sal bi Rafsancanî re hevaltî kiriye. Ji ber vê yekê bihîstina xeberekî wiha wan pir xemgîn kiriye.

Ayetullah Hamaney diyar kir ku bi gelek zehmetiyan re rû bi rû mane lê yekitiya fikr û ramanê yên wan bi hev re hebûye. Dûvre Hamaney wiha ragihand: “Di wan salan de bi aqilbûn û samîmiyeta xwe ve mirov pir diheyirand. Ji kesên ku pê re hevkarî dikirin û ji bo min palpişt bû. Di nabeyna me de di demekî dirêj de ji aliyê fikr û ramanan ve cudahî çêbibû lê ev yek muhebet û dostiya me ya ku li Kerbelayê pêk hatiye nederizand û di salên dawî de hinek kesan bi tûndî cudahiyên fikr û ramanî yên di nabeyna me de bikar anîn û weswese pêk anîn. Lê ev yek muhebeta min a ji wî re nederizand.”

Ayetullah hamaney di domahiya peyama xwe de wiha îfade kir: “Ew bi xwe ji nimûneyên ku di nifşa yekemîn a şoreşê de nehatiye dîtin bû. Mana wî ya çendîn sal a li girtîgehê, îşkenceyên Savakê, tekoşîna wî ya li dijî wan, berpirsyarbûna wî ya di wextê parastina pîroz, Serokatiya wî ya Meclîsa Şuraya Îslamî û yên wekê van rûpelên rûnahiyê yê vî micahîda kevin bû.”

Hamaneyê ku rehm ji Rafsancanî re xwest herî dawî wiha axivî: “Ev micahida kevin bi hewldanên cûr bi cûr û fealiyetên xwe êdî ji bo ku hesab bide çûye hizûra Xweda. Ev qedera hemî rêvebirên Komara Îslamî ye. Ez ji dil û can jê re rehmet dixwazin û wek daxwaziya efûyê ya jê ser xweşî li xizm û malbata wî didim.” (ÎLKHA) 













Bu haberler de ilginizi çekebilir