Di 25 bajêr û hinek navçeyan de dibistan hatin tetîlkirin
Hat ragihandin ku ji ber şert û mercên neyînî yên barîna berfê di 25 bajêr û hinek navçeyan de dibistan hatinine tetîlkirin.
Hat ragihandin ku ji ber şert û mercên neyînî ya hewayê di 25 bajêr û hinek navçeyan de dibistan hatinine tetîlkirin.
Hat ragihandin ku li bajarên wekê Stenbol, Bursa, Çanakkale û navçeyên wê yên Ayvacik, Bîga, Bayramîç, Çan, Ezîne, Eceabat, Yenîce û Lapseki; li navçeya Akçaovaya Duzceyê, Tokat û navçeyên wê, li navçeya Bandirmaya Balikkesîrê, Kastamonu, Kirikkale û navçeyên wê, Aksaray, Amasya, Bartin, Bolu, Çankiri, Çorum û navçeyên wê yên Îskîlîp, Ortakoy û Mecîtozu; Qonya û navçeyên wê yên Akşehîr, Kadinhani, Tuzlukçu, Seydîşehîr, Ilgin, Altinekîn û Sarayonu; Nevşehîr, Edîrne, Qocaelî, navçeyên Manîsayê yên Gordes, Yunusemre, Selendî, Akhîsar, Şehzadeler, Turgutlu, Kirkagaç, Soma ve Salîhlî; Tekîrdag û navçeyên wê, Samsun, Sakarya, Yalova, navçeya Yenîfakiliya Yozgatê, û li Zonguldak û navçeyên wê yên Kozlu, Kîlîmlî û Eregliyê dibistan hatine tatîlkirin. (ÎLKHA)