• DOLAR 32.566
  • EURO 35.007
  • ALTIN 2432.034
  • ...
"Belavbûna PKKê ya li Şengalê bi tu wechê nayê qebûlkirin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokwezîr Bînalî Yildirim bi Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî re hevdîtin kir. Di civîna çapemeniya ku hat lidarxistin de Yildirim diyar kir ku bi tu wechê hebûna PKKê ya li Şengalê nayê qebûlkirin.

Berê Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî axivî. Barzanî diyar kir ku ev hevdîtin ji bo wan pir girîng e. Dûvre Barzanî wiha destnîşan kir: “Ji Tirkiye û gelê Tirkiyê re ji ber alîkariyên wan em gelek teşekûr dikin.”

Dûvre Serowezîr Yildirim di derbarê hebûna PKKê ya li Şengalê de axivî. Dûvre Yildirim bal kişand ser hebûna PKKê û wiha destnîşan kir: “Êrîşên ku ji teref PKK ve di axên Iraqê de li welatê me tê lidarxistin bi tu wechê nayê qebûlkirin. Belavbûna PKKê ya li Şengalê bi tu wechê nayê qebûlkirin.” (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir