• DOLAR 32.485
  • EURO 34.903
  • ALTIN 2474.871
  • ...
Heke kesê gule berdaye Misliman bibe teror, nebe dîn e!
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Endamê Kevin ê Leşkerê Yekîneya Mihafizên Neteweyî Esteban Santîago 2 roj berê li Balafirgeha Fort Lauderdaleyê ya li eyaleta Florîdaya DYEyê êrîşa çekdarî lidar xist. Di encama êrîşê de 5 kes mirin û 8 kes jî birîndar bûn. Ji ber ku Santîago wek dîn hat îlankirin raya giştî bertek nîşan da.

Bi taybet di medyaya civakî de parvekirinên balkêş hatin dîtin. Di hinek parvekirinên ku rêvebiriya DYEyê Mislimanan wek ‘a din’ dibîne de îfadeyên “Heke kesê gule berdaye Misliman bibe teror, nebe dîn e!” û ‘Pirsgirêka eslî pirsgirêka zîhnî ya bi xwe ya DYEyê” ye bal kişand.

Ji ber ku rêvebirên DYEyê ji aliyekî ve kesê ku vê yekê kirine wek dîn diyar kirine û ji aliyekî ve jî mijara eslî nayê lêpirsînkirin bû sedema bertekan.

Heke di nasnameya êrîşkerê de Îslam binîvîse dê bi rojan di manşetan de  ‘terorîstê Îslamî’ cî bigire û ev yek dê ji îşqalên nû yên di erdnîgara de re rê veke.

Piştî bûyerê di malperên hinek saziyên çapemeniyê de agahiyên ecêb hat nivîsandin. Ji FBIyê rêvebirekî yê ku nexwest navê xwe bide destnîşan kir ku Esteban Santîago berê di eyaleta Alaskayê de dijiya û rojekî çûye buroya FBIyê. Li wir bi zorî vîdyoyên DAÎŞê pê dane sêrkirin.

Kekê êrîşkerê Bryan jî diyar kir ku qet nebihîstiye birayê wî tedawî dibîne. Dûvre Bryan wiha diyar kir: “Ev nêzî 3 mehan e em hevdu nabînin. Lê berê jî qet ji min re diyar nekir ku ew tedawî dibe. Helwestên wî jî yên kesê ku tedawî dibe nebû. Ez di şoqê de me. Ew yekê normal bû.”

Hat ragihandin ku Esteban Santîagoyê (26) ehlê Alaskayê û ji Endamê Kevin ê Leşkerê Yekîneya Mihafizên Neteweyî berê beşdarê operasyonên li Iraqê yên DYEyê jî bûye.

Tê dîtin ku ji ber pirsgirêkên ewlehiyên li DYEyê gel diltirs e û geh geh êrîş tê lidarxistin. Nasnameya êrîşkerê jî li gor nasnameya wî muemele dibîne. Dema ku êrîşker Misliman an jî post reş (reşik) bibin wek teror tên hesibandin. Lê dema ku Misliman nebin an jî sipî bibin wek “derûnî xerab” tê hesibandin.

Li Emrîkayê hinek kesan di medyaya civakî de wiha diyar kirin:

Adnan Khalîl: Di DYEyê bi xwe de pirsgirêgekî zîhnî heye. Ew jî têkildanîna bi kesekî re. (The US has a huge mental illness problem. It's obsession with guns.)

Pedro Fernandez: Di derbarê bikaranînên wiha de qlavûz hene? Heke qetîl Misliman bibe ew dibe teror. Nasnameyekî datinin ciyê bûyerê dûvre tê kuştin. An jî xwe dikuje. Heke Misliman nebe wê çaxê pirsgirêka wî ya derûnî heye û ji bo wî peyva terorê nayê bikaranîn. (Is it there a manual for this kind of events? If the perpetrator is Muslim, is a terrorist who dies and leaves some for of ID in scene. If is a non Muslim one, it's always a matter of mental health issue and the word terrorist doesn't show up anywhere...)

Sîmon Rosser: Li Rojhilata Navîn dema ku însanên masum tên kuştin pirsgirêkên wan ên derûnî tune lê dema ku li Emrîka bên kuştin pirsgirêkên wan ên derûnî hene. (They don't have mental health issues if they murdered innocent people in the Middle East, they only have mental health issues when they murder Americans.)

Rashîq Abdullah: Heke Misliman bibûya bê guman dê teror bibûya. Lê baş e ku ehlê Emrîka ye û post sipî ye û pirsgirêka wî ya derûnî heye! (Nice If this man was muslim then he surely would have been called as terrorist but luckily he is a white male so he has mental health issues.)

Cathy Sîrett: Wow, him tedawiya zîhnî dibîne û him jî hmj dikare çek di çenta xwe de bihewîne. (Wow mental health issues being treated and yet had a gun in his luggage)

Mohammed Aljubory: Ev rastî oir baş e. Ew teror nîne. Yanî min xwest ku ez bibêjim Misliman nîne! (That`s really cool that he is not terrorist I mean not Muslim!)

Houcem Eddîne: Lê heke Misliman bibûya… Dê jê re bigotibana teror. Bû wekê êrîşkerê  li Norveçê. (But if he was a muslim... They will say terrorist . just like Norway shooter)

Stephen Garbett: Bi şans e kî zencî an jî reşik nîne. Nexwe heta niha mirîbû. (He is lucky he didn't have a darker skin colour or he would be dead already.)

Tom Acord: Ev 14 sal e piştî îşqala Bush ve Cheney işgalinden dê zêdetir kes werin kuştin. (More damage from Bush and Cheneys ınvasıon 14 years and stıll countıng the bodies) (ÎLKHA) 









Bu haberler de ilginizi çekebilir