• DOLAR 32.564
  • EURO 34.87
  • ALTIN 2430.434
  • ...
Fîlma têket vîzyonê sirên DYEyê îfşa kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di fîlma bi navê “Snowden”ê ya ku di 6ê Çileya Paşîn de têket vîzyonê de hat îfşakirin ku Emrîka bi bin navê ewlehiyê de çawa agahiyên e-posta, hesabên medyaya civakê, peyamên telefonan, hard disk û qartên qrediyê bidest dixe.

Rojnamevan Luke Hardîng naveroka fîlmê gor naveroka pirtûkên The Snowden Files û pirtûka bi navê Time of the Octopus yê Anatoly Kucherena saz kiriye û di fîlmê de Luke Hardîng bi xwe dilîze. Hardîngê DYEyî û pisporê kumpîtiran di fîlmê de qereqtera Edward Joseph Snowdenê xebatkerê kevin ê Daîreya Ewlehiya Neteweyî û Teşkîlata Îstîxbarata Navendê pêk tîne.

Her wiha Kîeran Fîtzgerald û Olîver Stone jî senaryoya Snewdena ku çavkaniyên pirtûkên Luke Harlîng Anatoly Kucherena ye li pênûs xist. Di heyama kişandina fîlmê de gerînende Oliver Stone li Moskovayê çend caran Edward Snowdenê ziyaret kir û di derbarê serpêhatiyên wî de agahî jê sitand.

Snowdenê bernamevanê kompîtirê îfşa kir ku bê biryara mehkemê hemwelatiyên DYEyê hatine guhdarin û hikûmeta DYEyê vê pêvajoya temaşekirinê bi qanûnên veşartî kiriye kanûn. Snowden ji ber ku ji sala 2013an pê ve yekê ji dinê re îfşa kiriye wek “xayînê welat” hatiye îlankirin. (ÎLKHA) 



Bu haberler de ilginizi çekebilir