• DOLAR 32.527
  • EURO 34.89
  • ALTIN 2430.862
  • ...
"Dê em her tim bi derdên gelê xwe re hemhal bibin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê M. Huseyîn Yilmaz û lijneya pê re esnafê navçeya Sûrê ziyaret kirin. Yilmaz destnîşan kir ku dê ew her tim bi derdên gelê xwe re hemhal bibin.

Esnaf diyar kir ku li navçeyê qedexeya derketina derve ji bilî ve nehatiye rakirin û ji bo ku rewşa navçeyê bibe wekê ya berê pêwîst e ku dewlet di derbarê vê mijarê de wek gav çi hewce dike pêk bîne. Dûvre Esnaf wiha diyar kir:

“Li Sûrê nêzî 100 hezar însanan koç kirin. Her yekî ji wan xwedî 20-30 nifûsan bûn. Yên ku malên wan saxlem in jî destûr nayê dayîn ku ew têkevin malên xwe. Ev çareserî nîne. Em hemî zarokên vê axê ne. Dost û bira ne.”

“Kesên ku di heyama hilbijartinê de hatin ber deriyên me piştî ku karê wan xelas bûn me ji bîr ve kirin”

Ji nişteciyên Sûrê esnafek diyar kir ku 48 nifûsên wî hebûn û ew di avahiyekî 4 qatî de dijiyan. Piştî pêvajoya şer ew mecbûr mane di kirê de mane. Dûvre mexdûr wiha axavtina xwe domand: “Me 5 xênî kirê kir. Em perê ku didin me naxwazin. Beş Tepeyê jî bidin me ez naxwazim. Ez mala xwe bi xwe dixwazim. Li wir aramî û hizûra min hebû. Zarok û neviyên min dihatin li wir dilîstin. Dixwarin û vedixwarin. Em rezîl bûn. Ji serman em diqefilin. Berikekî îsabetê mala me nekiriye. Lê têketine nav mala min hemî talan kirine. Tam min got min rehetiyê bi dest xistiye lê hemî keda min heba kirin. Ez 67 salî me. Kesên ku di heyama hilbijartinê de hatin ber deriyên me piştî ku karê wan xelas bûn me ji bîr ve kirin. Kes li deriya me naxe. Derûniya zarok û derûniya min xerab bûye.”

“Heta niha ji xeynî we kesên ku hatine rewşa me pirsîne tune”

Esnafê mexdûr diyar kir ku heta niha bes HUDA PAR wan ziyaret kiriye. Dûvre esnaf wiha mexdûriyetên xwe domand: “Esnafê Dagkapiyê 2 meh derebeyên xwe girt. Lê em 6-7 meh neçûn dikanên xwe. Ya zêde esnafê vê mintiqê zirarê dît. Heta niha ji xeynî we kesên ku hatine rewşa me pirsîne tune. Ji ber vê yekê em ji we re teşekûr dikin. Berê li vir qeraca gund û navçeyê hebû. Dema ku şaredarî qerajê derêxist derveyê bajêr firotina me nîve nîv bû. Niha em nikarin kirêya xwe bidin.”

 “Dê em her tim bi derdên gelê xwe re hemhal bibin”

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê M. Huseyîn Yilmaz guhdariya pirsgirêk û giliyên esnafê Sûrê kir. Yilmaz destnîşan kir ku wekê wan soz daye dê ew her tim di nav gelê xwe de bibin. Dûvre Yilmaz wiha pê de çû: “Dê em her tim bi derdên gelê xwe re hemhal bibin. Dê em wekê partiyên din ên siyasî bes ji heyama hilbijartinê heta hilbijartinekî din gelê xwe ziyaret nekin. Dê em bibin perçekî ji gelê xwe.”

Yilmaz wiha ragihand: “Dê em birayên xwe yên esnaf ziyaret bikin. Pirsgirêkên wan binîvîsin. Dûvre wek rapor pêşewazê mercîan bikin. Dema ku em piştgiriya we ya li me bibînin dê em zêdetir zextê li hikûmetê bikin da ku wek gav çi hewce dike were avêtin. Ji ku ev mexdûr werin çareserkirin em carek din bang li hikûmetê dikin da ku di derbarê vê yekê de gav werin avêtin.” (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir