• DOLAR 32.598
  • EURO 34.814
  • ALTIN 2509.459
  • ...
Hêkelên li ber Şaredariya Mezin a Diyarbekirê hatin rakirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

2 hêkelên li ber Şaredariya Mezin a Diyarbekirê yên ku ji îkonên putperestiya Asûriyan in ji teref rêvebiriya HDP/DBPê ve hatibûn bicîkirin. Hat ragihandin ku ev 2 hêkel hatine rakirin.

Di çand û baweriya Sumeran de fal, sêr û mîtolojî û di ya Asuriyan de hêkelên şêrên ku serê wan yên însanan in, nîvê wê însan û nîvê wê heywan in wek ‘Lamassus’ dihat navandin.

Bê gotina gelê Diyarbekirê ji teref şaredariyê ve gelek hêkelên bi vê cûrê li gelek deran hatibûn bicîkirin. Geh geh gel ji bo vê yekê bertek nîşan didan lê ev bertek bê bersiv dimaniya.

Tê zabîn ku ev hêkel li dijî gotinên dînî û termên îlahî ne. Dihat gumankirin ku bi vê yekê hewl dihat dayîn ku baweriya pûtperestiyê belav bibe. Ev hêkel gor baweriya Îslamê şîrk e. Ji ber vê yekê di Îslamê de ciyê wê tune. Ev hêkel di qernên berê de dihatin hebandin. Ev hêkelên ku ji kevir û texteyan bi destê însanan hatine sazkirin di serî de Hz. Îbrahîm ciyên ku înqilaba Îslamî pêk hatiye hatibûn ser û binkirin. Hz. Muhammed (as) bi fetha Mekê re Kabê ji pûtan paqij kiribû.  

Tê zanîn ku dabaş ji teref rêvebiriya HDP/DBPê ve li ciyên cûr bi cûr hatine bicîkirin. Hat destnîşankirin ku 2 hêkelên li ber Şaredariya Mezin a Diyarbekirê yên serê wan ên însanan û gewdawan ên şêran bi şev hatine rakirin. (ÎLKHA) 







Bu haberler de ilginizi çekebilir