Waliyê Îzmîrê di derbarê êrîşê bombeyî de daxuyaniyek da
Waliyê Îzmîrê Erol Ayyildiz di derbarê êrîşa bombeyî ya ku li Îzmîrê hat kirin de daxuyaniyek da.
Walî Ayyildizê ku di derbarê êrîşa bombeyî de daxuyanî da destnîşan kir di êrîşê de 2 kes jiyana xwe ji dest dane û 7 kes jî birîndar bûne 2 êrîşkar jî hatine kuştin.
Ayyildiz di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir di êrîşê de polês û memurekî edliyê jiyana xwe ji dest dane û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dema ku terorîstên di pevçûnê de direviyan wesayîta bombebarkirî hat teqandin. Di encama pevçûna ku derket de polês û memurekî me şehîd bûn. Em ji Xweda Teala ji bo şehîdên me rehmetê û ji bo kesên ku birîndar bûne re jî şifayê teleb dikin.”
Ayyildiz di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir piştî pevçûnê wesayîteke bombebarkirî hatiye tespîtkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ev wesayît hat îmhakirin û di pevçûnê de jî 2 terorîst hatin kuştin.Li cem êrîşkaran keleşkof û bombeyên destan hatin bidestxistin.Li gor danayên li ber destên me diyar dibe ku PKK vê êrîşê li dar xistiye”(ÎLKHA)