HUDA PAR Komeleya Astengdaran ziyaret kir
Lijneyeke ji Teşkîlata Bajêra Mûşê ya HUDA PARê ji bo mişkîleyên astengdaran guhdar bikin Komeleya Astengdaran a Mûşê ziyaret kir.
Înan Sûrê Endamê GÎKa HUDA PARê, Serokê Bajêra Mûşê yê HUDA PARê M. Şîrîn Çaglayan û digel lijneya bi wan re digel hev Komeleya Astengdarên Mûşê ziyaret kir.
Lijneya HUDA PARê ji teref Serokê Komeleya Astengdaran Bedrî Korkmaz û ji teref birêveberên komeleyê ve hat pêşwazkirin. Di dema ziyaretê de mişkîle û problemên astengdaran hat axavtin.
Înan Sûrê Endamê GÎKa HUDA PARê di dema ziyaretê de di derbarê mijarê de wiha axivî: “ Dive ku hinek însan ji dayikbûnê ve astengdar bin û dibe ku hinek jî dû re astengdar bibin. Em di vê mijarê de sebrê ji we re tewsiye dikin. Bi rastî jî îmthaneke mezin e. Xweda ji we re bibe alîkar. Ji bo ku heq û mafên astengdaran li her derî bê tetbîqkirin divê ji teref hikûmetê ve gavên pêwîst bên avêtin. Her wiha divê Saziyên Civakî yên Siwîl û partîyên siyasî jî di vê mijarê de tiştên ku ji destên wan tê divê bikin û divê bibin şopînêrên vê mijarê.”
Bedrî Korkmazê Serokê Komeleya Astengdarên Mûşê jî di dema ziyaretê de destnîşan kir ji ber ziyareta ku hatiye kirin ew gelekî memnun in û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ji bo kesên astengdaran divê têgihiştina civakî bê sazkirin. Em wek civakê hêj hinek astengên di zihnê xwe de li pey xwe nehiştiye. Guherîna zihnîyetê pêwîst e. Em bi teqdîra Xweda bûn astengdar. Xweda vê kire nesîbê me. Em ji ber astengên ku ji teref însanan ve li ber me tên danîn em tên astengkirin.” (ÎLKHA)