• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2498.11
  • ...
 "Dema ku te însanekî îhmal bikî tu dê bêyî ku haya te jê hebe neslekê îhmal bikî"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Piştî ku Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag rêjeya zarokên girtî û hukumxwarî eşkere kir re Yrd. Doç. Dr. Tahsîn Kulayê ku Serokê Beşa Psîkîyatriyê yê Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Dîcleyê ye  di derbarê  van îstatîstîkan de nirxandinan kir û destnîşan kir sedema bingehîn û ya herî girîng a ku dibe sedem zarok tevlî sûcan bibin dejenerebûna exlaqê ye.

 “Rêzefilîm û bernameyên di TVyan de berê civakê didin cihên xirab”

Kula di berdewama axavtina xwe  de diyar kir medya jî sedemek e ku zarok tevlî sûcan bibin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ez tiştekî ji rêzê bibêjim, ger bernameyên di televîzyonan de tesîrî jiyana me  ya rojane û tesîrî hereket û helwestên me bikin  normal e ku ev qas zarok di girtîgehan de bin. Gelo çima? Lewra di van rêzefilîman de  diyardeya exlaq û nirxan nîne, tenê di van de reytîng heye.  Mixabin ev têgihiştinê ku malê kapîtalîzmê ye  zarokên me bêxwedî hişt. Elbet ger ku zarok di warê temaşakirina televîzyonê de li rasta astengiyan neyên dê mixabin berê xwe bidin tundiyê. Her wiha di malbeteke ku di nav de pergalek tunebe ne mimkûn e zarok ji şidetê dûr bê mezinkirin.”

 “Dizîtî bi demê re dibe  tevgereke exlaqî”

Kula di berdewama axavtina xwe de diyar kir exlebeyê zarokên ku di girtîgehê de ne tebîata wan a diziyê heye û dû re wiha  li axavtina xwe zêde kir: “  Tê gotin  ku dizîtî ji ber sedemên ekonomîk pêk tê. Bi ya min ev ne wisa ye. Dibe ku ji ber sedema aboriyê be lê ev yek bi demê re dibe tevgereke exlaqî. Ji ber ku malbat dengê xwe ji hereketên çewt ên zarokên xwe re nakin, ev yek bi demê re dibe hereketeke ji rêzê. Her wiha em manaya qanaatê û îdarekirinê hînî zarokên xwe nakin. Ji ber ku parvekirin nînin tu bikî nekî ev yek zêdetir dibe.”

 “Dema ku te însanekî îhmal bikî tu dê bêyî ku haya te jê hebe neslekê îhmal bikî”

Kula di berdewama axavtina xwe de diyar kir dema ku zarok çewtiyek bike divê ev yek neyê piştguhkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Lewra erka Mislimanan qezenckirina wî zarokî ye. Dema ku te însanekî îhmal bikî tu dê bêyî ku haya te jê hebe neslekê îhmal bikî. A niha li welatê me ji ber îhmalkariya medya û  rayedaran ne tenê  nesla a niha ew ê neslên piştî wan jî ji vê yekê tesîrdar bibin. Ji bo ku xeta bên telafîkirin divê  şertên perwerdehiyê bên sererastkirin.   Însan her çi qas di nava xeletiyekê de be jî divê mirov berê wî kesî bide ya baş û divê jê re perwerdehiyeke rast bê dayîn. Sûc ne wesfeke ku bi hatine dinyayê tê qezenckirin, ev wesf dû re tê qezenckirin. Ji ber vê yekê em dikarin vê yekê biguherînin. Ger ku em naxwazin zarokên me zirarê bidin tu kesî divê em haya xwe ji tevger û hereketên xwe yên di nava malbatê de bikin. Ji vê yekê hemû kes mesûl e.”

Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag di daxuyaniya ku dabû de destnîşan kiribû di sala 2013an de hezar û 527 girtî û 451 hukumxwar, di sala 2014an de  hezar û 522 girtî û 540 hukumxwar, di sala 2015an de  hezar û 655 girtî û 729 hukumxwar û di sala 2016an de jî hezar û 664 girtî û 790 zarok wek hukumxwar di ketin girtîgehê. (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir