• DOLAR 32.346
  • EURO 35.164
  • ALTIN 2309.069
  • ...
SON DAKİKA
"Pêwîst e ji bo pirsgiîrêka eraziya xezîneyê lijne were sazkirin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Rihayê pisgirêka eraziyên malê dewletê didome. Komeleya Mxtarên Karakopruyê diyar kir ku dê li herêmê pirsgirêka eraziyên xezînê bibe sedema gengeşeyan. Ji ber vê yekê divê ku dewlet ji bo pirsgiîrêka eraziya xezîneyê lijnekî saz bike.

Di vê bergehê de eraziyên ku çendîn sal e ji teref gundiyan ve tên bikaranîn wek îstîmlaqkirin di miqabilê eraziyên kesên ku eraziyên wan nji teref dewletê ve hatibûn îstîmlaqkirin dest bi dayînê hat kirin. Gundî jî berteka xwe ya ji vê yekê re didomînin.

Komeleya Mixtarên Karakopruyê ji vê tetbîqkirinê re wek bertek axavtin ji ÎLKHAyê re da. Ji endamê Lijneya Rêvebirina Komeleya Mixtarên Karakopru û Mixtarê Taxa Tulmenê Bakir Rastgeldî diyar kir ku dê ev tetbîqkirin bibe sedema aloziyek mezin. Ji ber vê yek Rastgeldî diyar kir pêwîst e ku dewlet ji bo vê pirsgirêkê lijnekî saz bike.

“Me 50 sal wek emekdar van baxçeyan xwedî kir”

Rastgeldî diyar kir di gel ragihandina vê yekê ya ji rêvebiran re tu kes bi vê yekê eleqedar nebûye. Dûvre RAstgeldî wiha pê de çû: “Ev erazî ji bav û kalên me ji me re mane. Me fîdan li ser van erdan daniye. Baxçeyên me yên fistiqan hene. Niha baxçeyên me yên 50-30-10 salî ne hene. Ev erdên me li Enqerê hatine tapukurin û dûvre dane wan.”

“Dê ev pirshirêk bibe sedema qaos aloziyê”

Rastgeldî wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di derbarê vê yekê de dewlet di sala 2013an de eraziyçm xwe anî ber firotinê. Me jî ji bo eraziyên ku di destê me de ye bikirin telebên xwe diyar kiribûn. Lê firotina eraziyan ji bo ku bidin wan dan sekinandin. Tabî me vê dûvrebihîst. Li vir gel berdidin hev. Niha yekî bê bixwaze ku di gundê me de bibe xwedî heq ez nahêlim. Bi hezaran însanên wekê min hene.”

“Wezîr Faruk Çelîk got ‘wê pirsgirêkê di nav xwe de hel bikin”

Rastgeldî piştî ku diyarkir Wezîrê Xurek, Çand û Heywandariyê Faruk Çelîk gotiye vê pirsgirêkê di nav xwe de çareser bikin wiha pê de çû:

“Niha di derbarê ku dê ev pirsgirêk wiha nayê çareserkirin de di destê me de mînak hene. Li gundê Ordekê erazî li ser navê hik kesan hatine tapûkirin. Yekê ku gundî nîne jî dibêje ji bo ku pirsgirêk dernekeve ‘van eraziyan donima wê wek 5-6 milyar bifroşin me’. Lê aliyê din serê donimê 20-30 milyar dixwazin. Niha di destê zilamê de heke 100 donim erdên dewletê hebe 2 trîlyon dike.”

 “Pêwîst e dewlet ji bo çareseriya vê pirsgirêkê lijnekî saz bike”

Rastgeldî diyar kir ji bo ku ev pirsgirêk were çareserkirin divê dewlet lijnekî saz bike. Dûvre Rastgeldî wiha pê de çû: “Bila lijnekî qîmeta van eraziyan diyar bike. Bila ya bi xwe bifroşe an jî bila di nabeyna me û kesên ku heq teleb dikin de bibin hekem. Bila fiyatê diyar bike. Em bistînin û perê wê bidin. Niha hinek kesên ku li Heran, Kaniya Xezalan û Wêranşarê erdên wan ji wan hatine sitandin dê werin û xwedî li erdên xwe derkevin. Heke wiha bidome dê di derbarê vê yekê de gelek pirsgirêk derkevin. Dê dewlet jî êdî nekare beriya vê yekê bigire. Û dê em hemî mexdûr bibin.” (ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir