• DOLAR 32.542
  • EURO 35.015
  • ALTIN 2434.24
  • ...
Hawara alîkariyê yê kesê ku duçarî rajêriya maddeya tiryakê bûye: Min xilas kin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ferdî Erenê 30 salî yê ku li taxa Kulturê ya Êlihê dijî ji ber madeya hişber ango tiryaka ku ev 15 sal e pê emel dike him jiyana xwe û him jî ya malbata xwe perîşan kir. Eren ji bo ku karibe ji vê illetê xilas bibe ji rayedaran alîkarî xwest û diyar kir ‘Ji bo Xwedê min ji vê illeta hişbirê xilas bikin.” Erenê ku mubtelayê rajêriya madeya hişbirê bûye destnîşan kir ew ji bo ku ji vê illetê xilas bibe ji rayedarên Weqfa Piştevanî û Alîkariyê ya Civakê alîkariyê teleb kiriye, lê belê tu kes pê eleqedar nebûye. Eren ji ber vê yekê di serî de ji Walî Ahmet Denîz û ji temamê rayedarên din alîkarî teleb kir da ku ew ji vê illetê xilas bibe.

 “Him min û him jî xortên ku vê maddayê bi kar tînin ji vê illetê xilas bikin”

Eren di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ew dixwaze ji vê illetê xilas bibe û têkeve  nava civakê. Eren dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev 15 sal e ku ez bi vê maddeyê emel dikim û ev 8 sal e ku ez zewicîme. Qîzeke min 7 salî heye. Ji bo ku ez ji vê belaya maddeyê xilas bibim min serî li Weqfa Piştevanî û Alîkariya Civakê da. Lê bi tu awayî ji min re alîkarî nehat kirin. Temamê daxwazên min di daxwaznameya min de man.  Ez ji vê derê bang li sazîyên siwîl, birêz walî û bang li midûrê ewlehiyê dikim; him min û him xortên ku vê maddayê bikartînin ji vê illetê xilsa bikin. Bila dewlet alîkariya me bike da ku em vegerin mal û malbata xwe. Ji ber ku ez bi tiryakê emel dikim a niha ji hevser û qîza xwe cuda me. Ez carekê ketim nava vê illetê, lê bila dewleta min destê alîkariyê ji min re dirêj bike.”

Erenê ku bi tiryakê emel dike di berdewama axavtina xwe de wiha bang li xortan kir: “ Bi tiryakê emelkirin heyata me, yên xanimên me, yên zarokên me û yên dê û bavên me ji me stand. Di dawiyê de hişê me tê serê me, lê fede nake. Tu kesî di vê rêyê de tiştekî baş nedît. Em her tim li rasta xirabiyan hatin.”

 “Ez dixwazim ji maddeyê xilas bibim”

Eren di dawiya axavtina xwe  de destnîşan kir kesên ku bi tiryakê emel dikin encax dikarin bi alîkariya kesên rayedar jê xilas bibin. Eren dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Tecrûba min garsontiyê ya 12 salane heye. Lê ji ber ku ez rajêrê madeyê me ez  nikarim di karê xwe de jêhatî bim. Li Êlihê derfeta kar nîne. Ez dixwazim ji vê maddê xilas bibim. Ji ber vê maddeyê ez nikarim tu karî bikim.”

Bav Abdulxefûr Eren  jî ji bo lawê xwe ji kesên rayedar alîkarî teleb kir da ku lawê wî ji vê illetê xilas bibin. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir