OSYM: Ew ê di LYSê de pirsên ku bersiva wan kurt bin bên pirsîn
Ji teref OSYMyê ve hat ragihandin di OSYSya 2017an de guhartin hatine kirin û dê sala pêşiya me di OSYSyê de pirsên ku bersiva wan kurt bin bên pirsîn.
Di daxuyaniya ku ji teref OSYMyê ve di derbarê mijarê de hatiye dayîn de hat ragihandin di îmtîhana OSYSyê de guhartin hatine kirin. Di berdewama daxuyaniyê de her wiha hat destnîşankirin di îmtîhana LYSyê ya ku dê di sala 2017an de bê kirin de pirsên ku bersiva wan kurt bin bên pirsîn.
Her weke ku tê zanîn di îmtîhanên ku berî niha dihatin kirin de dema ku xwendevanek bersiva çewt dida pirsan, 4 bersivên çewt bersiveke rast dibir. Lê li gor guhartina nû ya ku ji teref OSYMyê ve hat kirin de ev yek ji holê hat rakirin û tesîra bersivên çewt ya li ser bersivên rast hat rakirin. (ÎLKHA)