6 PKKyî hatin girtin
Li Agiriyê ji 14 şikdarên ku tê diyarkirin li ser navê PKKê fealiyetê dikin 6 kes ji teref mehkemê ve hatin girtin.
Di derbarê mijarê de ji teref Walîtiya Agiriyê ve daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat ragihandin Agirî wek navend di operasyonên hemwext ên ku li Îzmîr, Bûrsa û Ixdirê hatin kirin de tevde 14 kesên ku hatiye tespîtkirin li ser navê PKKê xebatê dikin hatin binçavkirin. Ji van 14 kesan 6 kesên bi navê M.K, Y.Y, M.S.C, R.S, A.D û K.B ji teref mehkemê ve hatin girtin û yên din jî hatin berdan. (ÎLKHA)