• DOLAR 32.507
  • EURO 34.862
  • ALTIN 2490.812
  • ...
Li Mêrdînê operasyona tiryakê: 7 binçavî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Mêrdînê li dijî tacirên tiryakê operasyon hat lidarxistin. Di encama operasyonê de 6 hezar û 947 hebên Ecstasy hat bidestxistin û di derbarê mijarê de jî 7 kes hatin binçavkirin.

Gor agahiyên hatine bidestxistin tîmên Midûrtiya Ewlehiya Bajêr a Mêrdînê di bergeha agahiyên ku bidest xistin de li dijî tacirên tiryakê operasyon lidarxistin. Di encama operasyonên ku hemwextî hat lidarxistin de 7 kes hatin binçavkirin.

Di dikan û malên kesên hatin binçavkirin de lêgerîn hat kirin. Di encama lêgerînê de 6 hezar û 947 hebên Ecstasyên ku wek tiryak tê bikaranîn hat bidestxistin. (ÎLKHA) 





Bu haberler de ilginizi çekebilir