Roketa avêtin ewlehiyê îsabeta pansyona xwendekaran kir
Li navçeya Çinara Diyarbekirê rokata ku ji teref PKKyiyan ve hat avêtin îsabetê pansiyona xwendekaran kir.
Li navçeya Çinara Diyarbekirê ji teref PKKyiyan ve êrîş li Amîrtiya Ewlehiya Navçeyê hat lidarxistin. Roket û berikên çekên lûledirêj ên ku hewl hat dayîn wek êrîş li avahiya ewlehiyê were avêtin îsabeta pansiyona xwendekaran kir.
Hat ragihandin di Pansiyona Lîseya Anadoluya Çinarê ya ku roket û berik îsabet kiribûn de xwendekarek hebûye. Xwendekar bê birîn xelas bûye.
Gor agahiyên ji Qeymeqamê Çinarê Îsmaîl Şanli hatiye bidestxistin bûyer di saet 21.20an de pêk hatiye. Di encama êrîşê de ji roketên ku hatine avêtin yekî îsabeta avahiya ewlehiyê ya din jî îsabeta pansiyona ku xwendekarên Lîseya Anadoluya Çinarê dimînin kiriye.
Şanli destnîşan kir ku tu kes ji vê êrîşê zirarê nedîtiye. (ÎLKHA)